06:40 28 Gulan 2018
Balafira Amerîkayê ya bi modela U-2yê ket

Balafireke sixuriya Amerîkayê ya bi modela U-2yê ket

© Foto
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyar kirin ku bi modela U-2yê balafireke sixuriyê ya Hêzên Hewayî yên Amerîkayê li eyaleta Kalîforniyayê di dema firîna perwerdehiyê de ket.

Navenda Nûçeyan — Hat hîn bûn ku balafira sixuriyê ya bi navê ‘Dragon Lady' ji Baregeha Hêzên Hewayî yên Bealê ya li Marysvilleyê bi hewa ket şûnde li bakurê Sacramentoyê li cihekî çiyayî yê Scutter Buttes ket û perçe bûn.

Di daxuyaniya Hêzên Hewayî yên Amerîkayê de hat diyar kirin ku 2 pîlotên di balafirê de hatin rizgar kirin lê di derbarê rewşa wan a tenduristiyê de tu agahî nehat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku lêkolîna di derbarê sedema ketinê ya balafirê de dewam dike.

Tê zanîn ku pîlotên van balafirên sixuriyê yên ku di bilindahiyeke pir nêzîkê valahiya fezayê de difirin, kincên astronotan li xwe dikin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Girîng e ku Amerîka berpirsyariyên xwe yên li Sûriyeyê bi cih bîne
Generalê amerîkî: "Divê Rûsya û Amerîka dev ji reqabetê berdin"
Kurdistan, Amerîka û Iraqê li ser operasyona Mûsilê li hev kirin
Tirkiye û Kurdên Rojava: “Serkeftiyê vê pêşbirikê dê Amerîka be”
Amerîka: "Êrişa Artêşa Sûriyeyê qeza bû"
Etîketan:
ketin, balafira casûsiyê, Hêzên Hewayî yên Amerîkayê, Kalifornia, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de