02:47 13 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan li NY: Li dijî FETOyê bergiriyên hewce bigirin

    © Foto: AA/ Ahmet İzgi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li Lijneya Giştî ya NY diaxive. Erdogan di axaftina xwe anî ziman ku em di 15ê Tîrmehê rastî hewldana derbe ya FETOyê bûn.

    Navenda Nûçeyan — Erdogan di axaftina xwe de anî ziman ku hewldana derbeyê di heman demê de li dijî demokrasiya cîhanê hat pêk anîn û ji hêzên navnetewî xwest ku bila li dijî FETOyê bergiriyên pêwîst bigirin.

    Erdogan li Lijneya Giştî ya NY rexne li NYê girt û got "ji bo penaberan wek piştgirî 525 milyon dolar hat. Wekî din tiştek tune ye. Em ji NY û aliyên navneteweyî daxwaz dikin ku li ser soza xwe bisekinin."

    Serokomarê Tirkiyeyê diyar kir ku çavê wan ne li axa Sûriyeyê ye, Sûriye ya gelê Sûriyeyê ye û da zanîn ku divê çavê kesî jî ne li axa Sûriyeyê be. Erdogan di axaftina xwe îdia kir ku bi Operasyona Mertalê Firatê derket holê ku ji bo PYD/YPGê têkoşîna bi DAIŞê re ne mijara herî pêşiyê ye û got rejîma Sûriyeyê destûrê nade alîkariyên NY bigihêje Helebê.

    Recep Tayîp Erdogan di axaftina xwe de behsa Operasyona Mûsilê jî kir û li ser wê operasyonê anî ziman ku divê hesasiyetên gelê herêmê li ber çavan werin girtin û wisa werin lidar xistin.

    Erdogan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Konseyeke Ewlehiya NY ya wisa nabe. Divê NY were reforme kirin.

    Etîketan:
    hewldana derbeyê, axaftin, YPG, PYD, rejîma Sûriyeyê, DAIŞ, Neteweyên Yekbûyî (NY), Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan, Mûsil, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de