23:08 19 Hezîran 2018
Qesra Spî

Li nêzî Qesra Spî metrisiya pakêtek biguman

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Washingtonê paytexta Amerîkayê di saetên sibê de polêsan ji ber gumana pakêtekê ya nêzî Qesra Spî bi tevdîrên ewlehiyê dorpêç kirin.

Washington — Li ser pakêtek biguman ku li têketina avahiyekê ya Warner Theatre ku nêzî Qesra Spî ye polês hatin cihê bûyerê û tewdîrên ewlehiyê standin û herêmê ji çûn û hatinê re girtin.

Ji ber tevdîrên ewlehiyê rawestgeha Metro Centerê ku rawestgeha herî girîng yê xeta metroyê ye û kolanên derdorê hatin girtin piştî 2 saetan hatin vekirin.

Polêsan derbarê pakêta biguman daxuyanî nedan. Hate diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Li Bexdayê teqîn: Kuştiyek û 5 birîndar
Li îstasyona metroyê de teqîn!
Li Mûşê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn: 2 birîndar
Li Bexdayê teqîn: 3 kes mirin
Li Barcelonayê teqîn: Mirî û birîndar hene
Etîketan:
daxuyanî, polês, metirsî, biguman, pakêt, Washington, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de