23:48 13 Kanûn 2017
Zindî
    Obama NY

    Obama: Çareseriya leşkerî li Sûriyeyê ne pêkan e

    © REUTERS/ Mike Segar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Amerîkayê Barack Obama cara dawî di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku îro dest pê kir û heta 26ê Îlonê dê dewam bike de axivî û got ku ti çareseriya leşkerî nikare şûna wê aştiyê bi dîplomasiyê pêk were bigire.

    New York — Obama behsa şerê Sûriyeyê yê ku bi dawî nabe kir û teqez kir ku li gel hemû xebatan jî, çareseriya leşkerî li wî welatî ne pêkan e û tekane çareserî, çareseriya dîplomasî ye.

    JI ÎSRAÎLÊ RE GOT, DAGIRKER

    Herwiha serokê Amerîkayê li ser meseleya Îsraîl û Filistînê jî axivî û teqez kir ku divê Îsraîl pêkhateya meşrû ya dewleta Filistînê binase û dê nikaribe filistîniyan heta heta dagir bike.

    "FÊDEYÊN CÎHANGÎRIYÊ"

    Piştî ku civîna Neteweyên Yekbûyî dest pê kir, Obama di civînê de cara dawî axivî û got: "Nabe ku hevgirtina cîhangîrî ji binî de bê redkirin."

    Serokê amerîkî wiha dewam kir: "Civak dikarin serokên xwe bibijêrin lê hinek cih hene ku azadî lê bi temamî pêk nayê. Kesên ku fêdeya cîhangîriyê bi dest xistiye, wekhevî ki bîr kiriye".

    ​Herwiha Obama teqez kir ku cîhangîrî hinek kêşeyan jî bi xwe re tîne û wiha dewam kir:

    "Kesên ku fêdeya cîhangîriyê bi dest xistiye, wekhevî ki bîr kiriye. Gava ev kêşe hat piştguhkirin, tundrewîbûn û mezhebîbûn derket holê. Nabe em entegrasyona cîhangîrî ji binî de red bikin. Redkirina hevgirtina cîhangîrî ne pêkan e ku bibe çare. Berovajî wê, em dikarin fêdeyên entegrasyoneke wiha li ser herkesî belav bikin. Divê em aboriyê cîhangîrî ji bo her kesî berdest bikin."

    BAN JÎ CARA DAWÎ LI CIVÎNÊ AXIVÎ

    Axiftina vekirina civînê jî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Ki Moon kir. Ji ber ku dema peyiwra Ban jî dê piştî salekê bi dawî bibe, cara dehan û ya dawî li pêşiya civîna giştî axivî.

    Sekreterê giştî diyar kir ku kêşeyên ewlekariyê yên cîhanê mezin bûne, aloztir bûne, tundrewî zêde bûye û birêveberên xerab, civak perçe kirine.

    ​Herwiha Ban bi bîr anî ku qeyrana Sûriyeyê bû sedema mirina gelek kesan û zêdebûna bêistiqrariyê û wiha dewam kir: "Gelek koman mirovên bêtawan kuştin lê ti kesî bi qasî birêveberiya Sûriyeyê ku bi bermîlan sivîl bombebaran kirin û êşkence li girtiyan kir, zêdetir sivîl nekuşitin. Xwîn bi destên wan kesan jî bûye yên makîneyên mirinê parast."

    Bi heman mijarî:

    Rê ji bo Obama hatin girtin lê Lavrov bi meşê çû NYyê
    Serlêdana endamtiya YEyê ya Bosna Hersekê hate pejirandin
    Amerîkayê ew rêxistina cîhadîst xist “lîsteya reş”
    Civîna Koma Piştevaniya Sûriyê ya li New Yorkê bidawî bû
    Divê Îsraîl û destgirê wî Amerîka bên cezakirin
    De Mistura: Agirbesta li Sûriyeyê hîn nemiriye lê di bin metirsiyeke mezin de ye
    Moskova: "Rûsya û Sûriye êrişî tu konvoyên NY nekirine"
    Etîketan:
    qeyrana Sûriyeyê, Neteweyên Yekbûyî, Ban Ki Moon, Barack Obama, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de