21:56 11 Kanûn 2017
Zindî
    Beriya civîna Koma Piştevaniya Sûriyê ya Navdewleti Lavrov û Kerry hevdîtineke kurt çêkirin

    Civîna Koma Piştevaniya Sûriyê ya li New Yorkê bidawî bû

    © REUTERS/ Darren Ornitz
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li bajarê New Yorkê ya DYAyê beşdarî civîna Koma Piştevanî ya Sûriyê bû.

    New York — Civîn li hotela Lotte New York Palaceyê pêk hat û ji bilî Lavrov, Wezîkê Karê Derve yê DYAyê John Kerry, Wezîrên Karê Derve yên Îngiltereyê, Erebistana Siûdiyê, Ummanê, Libnanê, Japonyayê, Iraqê, Almanyayê, Misirê, Kanadayê, Hollandayê, Urdinê, Îtalyayê, Fransayê, Avusturyayê û Tirkiyê jî beşdarî li civînê kirin. Herwiha nûnerên Spanyayê, Îranê, Çînê, Mîrnişînên Erebî û Qeter jî di civînê de amade bûn.

    Li gorî çavkaniyên ji lijneya DYAyê di civînê de Nûnerê Taybet ê Sûriyê di NYyê de Staffan de Mistura, Nûnerê Bilind a Têkiliyên Derve ya YEyê Federica Mogherini û Sekreterê Gişti yê Yekîtiya Ereb Ahmed Ebu Gayt jî beşdarî heman civînê bûn.

    DI CIVÎNÊ DE PÊŞÎN LI SER TÊKILIYÊN DUALÎ HATIN NÎQAŞKIRIN

    Beriya civînê Lavrov û Kerry hevdîtineke kurt çêkirin. Li gorî çavkaniyeke ji lijneya DYAyê Lavrov û Kerry li ser agirbesta Sûriyê sekinîn ku dema derbasbûna wê qediyaye.

    KERRY: AGIRBEST HÊ NEQEDIYAYE

    John Kerry ji bo agirbesta li Sûriye ya ku gelek caran di encama binpêkirinan de baş nameşe got nemiriye û diyar kir ku koma piştevaniyê wê vê heftê di heman mijarê de hevdîtinên nû çêbike. Kerry aşkere kir ku îna pêşiya me wê kom ji bo avêtina hin gavên taybet bicive.

    Lavrov û Kerry di 9ê Îlonê de li ser planeke lihevkiribûn ku ji bo li tevahiya Sûriyê agirbest çêbibe û Rûsya û DYA li hemberî komên terorîst êrîşên hevbeş ên hewayî pêk bînin. Li gorî vê planê tê pêşbînîkirin agirbest di dawiya her hefteyê de bê nûkirin. Lê bele agirbesta Sûriyê ragihandibû ji ber ku gelek caran ji hêla milîtanên muxalif ve hatiye binpêkirin wateya berdewamkirina agirbestê nemaye. Muxalifan di nava hefteyekê de 300 caran agirbest binpêkiribûn û êrîş kiribûn.

    ÇAVUŞOGLU: ME JÎ NÊRÎNÊN XWE ANÎN ZIMAN

    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê de daxuyand ku derbarê rewşa li Sûriyê de nêrînên xwe yên fermî anîne ziman.

    Bi heman mijarî:

    Koma Aligirên Sûriyayê ji bo beşdar bûna kurdan ya li Cenevreyê dicivin
    Rûsya: Ji bo agirbesta li Sûriyê em bandora xwe bikar tînin
    Kremlîn: "Em ji pêvajoya peymana agirbesta Sûriyeyê kêfxweş in"
    Rûsya: Nabe ku em ji bo agirbesta li Donbassê sozê bidin
    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê: Divê peymana agirbesta li Sûriyê bê weşandin
    Îranê di derbarê 'agirbesta li Sûriyeyê' de daxuyanî da
    Agirbesta ku ji aliyê Rûsya û Amerîkayê ve hate ragihandin tê binpêkirin
    Etîketan:
    agirbest, Koma Piştevanî ya Sûriyê ya Navdewletî, Yekîtiya Erebî, YE, Ahmed Ebu Gayt, Federica Mogherini, John Kerry, Staffan de Mistura, Sergey Lavrov, Umman, New York, Îngiltere, iraq, Libnan, Tirkiye, Japonya, Erebistana Siûdî, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de