05:21 11 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Hezkiriyên Pûtîn li Amerîkayê zêde dibin

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Financial Timesa brîtanî di gotara xwe de ragihand ku her diçe hezkiriyên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Amerîkayê zêde dibin.

    Navenda Nûçeyan — Rojnameya Financial Timesa (FT) brîtanî di gotara xwe de ragihand ku siyasetmedarên dewletên rojavayî dev ji rexnekirina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bernadin lê her diçe hezkiriyên wî li Amerîkayê zêde dibin.

    Li gorî amerîkiyan Pûtîn serokekî bi hêz e

    Li gorî nûçeya FTyê, Kovara Economist a Brîtanî û şirketa ku navenda wê li Londrayê ye YouGovê anketek çêkirin û li gorî anketê tenê ji sedî 27ê endamên Partiya Komarparêz derheqê Pûtîn de neyînî difikirin. Ev rêje du sal berê li derdora sedî 66î bû. Li gorî beşdarên anketê ji sedî 85ê endamên komarparêz Pûtîn wekî serokekî bi hêz dibînin û tenê ji sedî 18 derheqê Serokê Amerîkayê Barak Obama de wiha difikirin.

    Ji aliyê din ve populeriya Pûtîn di nava bijarteyên Namzedê Partiya Komarparêz Donald Trump de zêdetir e. Her ji sê kesan yek ku piştgiriya Trump dikin Pûtîn erê dikin.

    Li Almanyayê jî piştgirî zêde dibe

    Rojnameyê di berdewamiya nivîsa xwe de sedemê hezkirina Pûtîn kêmbûna şerê sar ê navbera Amerîka û Rûsyayê nîşan da. Kesên ku mûxalifên hikumetên xwe ne û ji Pûtîn hez dikin, tenê ne li Amerîkayê hene. Her wiha li gorî anketa enstîtûya lêkolîner a Forsa Alman, di nava alîgirên partiya Çepgîr a mûxalif û Partiya ji bo Almanyayê Alternatîf de jî derket holê endamên partiyê ji Serokwezîra Almanyayê Angele Merkel zêdetir baweriyê bi Pûtîn tînin.

    Bi heman mijarî:

    Nûnerê taybet ê Pûtîn: "Ataturk yek ji serokê cihanê bû"
    Pûtîn: Terorîst, agirbestê bi kar tînin ta ji nû ve komkomî bibin
    Pûtîn: "Pira Kerçê wê Kirimê bi Rûsyayê re bike yek perçe"
    Pûtîn: Moskova keleha parastina welatî ye
    Pisporê rûsî: "Erdogan, giliyê Gulen li ber Pûtîn kir"
    Etîketan:
    şirketa ku navenda wê li Londrayê ya YouGovê, Kovara Economist a Brîtanî, Serokê Dewleta Rûsyayê, Li Amerîkayê hezkiriyên Pûtîn zêde dibin, Rojnameya Financial Timesa (FT), Donald Trump, Barak Obama, Angela merkel, Vladimîr Pûtîn, Almanya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de