15:17 23 Hezîran 2018
Mîlitanên FARCê

Fermandarê FARCê: Em ji pêvajoya aştiyê bi endîşe ne

© AP Photo / Ricardo Mazalan
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarekî Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiya (FARC) Pablo Catatumbo destnîşan kir ku ew ji pêvajoya aştiyê bi endîşe ne. Dibe ku piştî erêkirina peymana aştiyê endamên FARCê ji aliyê hêzên paramîlîter yên rastgir ve bêne kuştin.

Navenda nûçeyan —  Pablo Catatumbo di civîneke çapemeniyê de derbarê pêvajoya aştiyê de axivî û diyar kir ku ew bi endîşene ku endamên FARCê ji aliyê hêzên paramîlîter yên ku di salên 1980an de ji aliyê hikumetê ve bo şerê rêxistinên çepgir bikin hatine avakirin, bêne kuştin.
Catatumbo amaje kir ku bêçekkirina endamên FARCê wê bibe sedema rîskeke mezin lewra gelek ji wan ji hêzên paramîlîter bi tirs in.

KOMKUJIYÊN PARAMÎLÎTER, PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI DAWÎ KIRIBÛ

Tê gotin ku pêvajoya aştiyê ya ku bo şerê navxweyî ya ku ev 52 sal in berdewam dike ku di encamê de ji 260 hezaran zêdetir kesan jiyana xwe ji dest daye bi dawî bike, di nava endamên FARCê de bûye sedema gengeşiyan.
Lewra hin kesên di nava rêxistina FARCê ditirsin ku bûyerên di pêvajoya aştiyê ya di sala 1984an de dubare bibin.

Pêvajoya aştiyê ya ku di serê salên 80êyan de dest pê kiribû, ji ber suîkastên hêzên paramîlîter yên rastgir yên li hember fermandarên  FARCê û komkujiyan bi dawî bûbû.
Hêzên paramîlîter yên rastgir wê demê bi ser gundên ku piştevaniya FARCê dikirin digirtin û komkujî pêk tanîn.

Hikumeta Kolombiyayê dibêje ku hêzên paramîlîter di nava salên 2003-2006an de çekên xwe danîne û ew êdî bêçek in. Lê FARC ji vê yekê bawer nake û lewma jî bi endîşe ye.

Bi heman mijarî:

Şer li Kolombiyayê rawestiya: FARCê çek danî
Hikumeta Kolombiyayê û FARCê peymana aşitiyê îmze kirin
Ensarioglu: "Min modela Farcê pêşniyarî Erdogan kir"
Rêxistina FARCê, çekan datîne û dikeve siyasete
Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê peyameneke dîrokî îmze kir
FARCê ji bo aştiyê şertê parlamentoyê danî
Dewleta Kolombiyayê bi rêxistina FARCê re hevdîtinên aştiyê dike
Etîketan:
pêvajoya aştyê, şerê navxweyî, farc, çepgir, hêzên paramîlîter yên rastgir, Pablo Catatumbo, kolombiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de