14:21 11 Kanûn 2017
Zindî
    George H.W. Bush

    “Bushê bav, dê dengê xwe bide Clintonê”

    © AP Photo/ Gerry Broome
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokê Amerîka yê berê George Bush dê dengê xwe nede namzetê partiya xwe Donald Trump lê ew ê bide namzeta Partiya Demokrat Hillary Clintonê. Hat zanîn ku gelek komarî polîtîkayên Clintonê diecibînin û dê dengê xwe bidinê.

    Navenda Nûçeyan — Xizma Serokê Amerîkayê yê berê John F. Kenndy, Kathleen Kennedy Townsend di hesabê xwe yê Facebookê de ragihand ku Bush dê di hilbijartinên 8ê Mijdarê de dengê xwe bide namzeta Partiya Demokrat Hillary Clintonê.

    ​Kenndya ku piştgiriyê dide Clintonê, wêneyek parve kir û got, "ji min re got ku ew ê dengê xwe bide Clintonê". Malbata Bush daxuyanî da û ragihand ku serokê berê dê derbarê vê mijarê de ti daxuyaniyê nede.

    "MALBATA BUSH XWE DÛRÎ TRUMP DIKE"

    Hillary Clinton û Donald Trump
    © REUTERS/ David Becker/Nancy Wiechec
    Herwiha berî niha di çapemeniyê de hatibû ragihandin ku Bushê kur, Geroge W. Bush diyar kiribû ku nafikire dengê xwe bide Trump. Tê gotin ku yek ji sedemên vê helwestê ew e ku Trump di pêşbirika namzetiyê de ji reqîbê xwe yê ji malbata Bush, Jeb Bush bû re gotibû: "Ji bo malbata xwe cihê şermê ye".

    David Frumê ku nivîskarê axiftinên George W. Bush bû, hefteya borî ji hesabê xwe yê Twitterê wiha daxuyandibû: "Hillary ji min bêtir bi gelek komariyan re li hev dike û ev lihevkirin ne di mijara polîtîkaya derve de".
    Tê gotin ku gelek komarî difikirin ku dengê xwe bidin Clintonê û nedin Trump.

    Bi heman mijarî:

    Clinton: Ez niha gelekî baştir im
    TAYBET - Gelo Google ji bo Clinton manupîlasyonan dike
    FBI vegotina Clinton parve kir
    Assange: Clinton dixwaze ‘hîsteriya Rûsyayê ava bike
    Trump bersiv da Obama: Ya ne liyaq Clinton e
    Bill Clinton di dema axaftina Hillary de di xew ve çû
    Etîketan:
    hilbijartin, Hillary Clinton, Jeb Bush, George Bush, George H.W. Bush, John F. Kenndy, Kathleen Kennedy Townsend, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de