05:39 12 Kanûn 2017
Zindî
    Zübeyir Aydar

    Zubeyir Aydar jî di nav de doza 33 kesan li Belçîkayê hate dîtin

    © Foto: DHA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Belçîkayê doza 33 kesan hate dîtin ku di encama operasyonên 2010an ên li hemberî PKKê de hatibûn desteserkirin.

    Bruksel — Doz li Koşka Edalet a Brukselê ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Dadgehê biryar girt ku doza 33 kesan 3 mehên din careke din bê dîtin ku Hevserokê Kongra-Gel Remzi Kartal û Reveberê KCKê Zubeyir Aydar jî di nava wan de ne.

    BI ÇI TÊN SÛCDARKIRIN?

    Dozgeriya Federal a Belçîkayê 33 kesan töhmet dike ku dokumanên nasnameyên sexte amade dikin, serî li tundûtujiyê didin, xerecê ji welatiyan kom dikin û bi van pareyan PKKê fînans dikin, kanala Radyoya Mezopotamyayê ya li bajarokê Denderleeuewê weke büroya têkiliyan a PKKê bikar tînin, di nava muzîkên kanalê de propagandeya PKKê dikin.

    KARTAL Û AYDAR HATIBÛN GIRTIN

    Lêpirsîna edlî ya li hemberî PKKê li Belçîkayê dia dara 2010an de destpêkiribû. Di vê dîrokê de li gelek bajarên Belçîkayê polîsan avêtibûn ser 18 malan. Di dema serdegirtinan de Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal û rêveberê KCKê Zubeyîr Aydar jî demeke kurt hatibûn girtin û pişt ra serbest hatibûn berdan. Di heman dozê de xebatkarên Roj TVyê jî tên darizandin.

    Di vê navberê de komeke li ber Koşka Edalet a Brukselê kom bûn xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin.

    Bi heman mijarî:

    Aydar: Şertên me ji bo destpêkirina muzakereyê hene
    Aydar: Plana Şark Islahatê dewam dike
    Remzî Kartal: Di 1ê Mijdarê de divê AKP were têkbirin
    Demirtaş bang li hikûmet û PKKê kir: Çekan bisekinînin
    Etîketan:
    doz, Kongra-Gel, KCK, Roj TV, PKK, Radyoya Mezopotamyayê, Dozgeriya Federal a Belçîkayê, Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar, Koşka Edalet a Brukselê, Denderleeuew, Belçîka, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de