08:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    Sûriye

    Lukyanov: "Pentagonê, peymana navbera Rûsya û Amerîkayê têk bir"

    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dîrektorê Weşana Giştî yê Kovara di Polîtîkaya Kurewî de Rûsya Fyodor Lukyanov ragihand ku Pentagonê, peymana navbera Rûsya û Amerîkayê têk bir.

    Navenda Nûçeyan — Dîrektorê Weşana Giştî yê Kovara di Polîtîkaya Kurewî de Rûsya Fyodor Lukyanov ragihand ku agirbesta li Sûriyeyê ji ber helwesta generalên amerîkî niha di bin metirsiyê de ye. Pentagonê, peymana navbera Rûsya û Amerîkayê têk bir.

    Fyodor Lukyanov di hevpevîna xwe ya rojnameya Vzglyadê de got: "Nêrîna Wezareta Derve ya Amerîka û nêrîna Wezareta Parastin a Amerîkayê ji hev cûda ye. Wezîrê Derve John Kerry ji bo dîplomasiya amerîkî hinek xebatan dimeşîne, lê generalên amerîkî jî ji aliyekî xebateke din dimeşînin, tu berpirsyariyê bi cih nayînin û baweriyê bi yêkîneyên rûsî nakin."

    Di navbera Rûsya û Amerîkayê de bawerî tuneye

    Lukyanov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di navbera Rûsya û Amerîkayê de pirsgirêka neewlebûnê heye. Heke li cihekî an jî di karekî de baweriyeke beramberî hev tunebe di hin mijarên leşkerî de peyman çêkirin pir zahmet e. Ji hinek sedemên cûr bi cûr û hinek jî ji ber bûyerên Sûriyeyê di navbera Rûsya û Amerîkayê de bawerî tuneye. Di binê van şertan de pêkanîna peymaneke dîplomatîk tenê bi kontrol û mekanîzmayeke zêde dibe were kirin."

    Bi heman mijarî:

    Generalê amerîkî: "Divê Rûsya û Amerîka dev ji reqabetê berdin"
    Rûsya û Amerîka planên xwe yên rawestandina şerê li Sûriyeyê eşkere dikin
    Lavrov: Rûsya û Amerîka dibe ku hefteya bê jî li hevdu bicivin
    Rûsya û Amerîka ji bo 10 rojan li Sûriyayê agirbest bê ragihandin hevdîtin dikin
    Dibe Rûsya û Amerîka di meha îlonê de êrişî milîtanên Helebe bikin
    Etîketan:
    Peymana agirbestê ya navbera Moskova û Washîngtonê, Wezareta derve ya Amerîkayê, Wezareta Parastin a Amerîkayê, Dîrektorê Weşana Giştî yê Kovara di Polîtîkaya Kurewî de Rûsya, Fyodor Lukyanov, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de