14:25 11 Kanûn 2017
Zindî
    Li Kosovayê li dibistanan nexşeyên Kurdistanê hatin belavkirin

    Li Kosovayê li dibistanan nexşeyên Kurdistanê hatin belavkirin

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li bajarê Prizren ê Kosovayê nexşe li dibistanan hatin belavkirin ku di nava sînorê Tirkiyê de Kurdistan û Ermenisan weke du dewletên cuda tê de cî digirin.

    Navenda Nûçeyan — Li Kosovayê nexşe li dibistanan hatin belavkirin ku Rojhilatê Tirkiyê weke Ermenistan û Başur Rojhilatê wê jî weke Kurdistan nîşan dide. Li gorî nûçeya DHAyê ev nexşe ji hêla hin saziyên xêrxwaz ve hatine belav kirin û di nexşeyên Wezareta Perwerdeyê de tiştekî bi vî awayî nîne.

    Li gorî zanyariyan, mamoste dikarin vê nexşeyê bikar neynin lê yên bixwazin jî serbest in ku di dersan de van nexşeyan bikar bînin.

    Li Prizrenê 7 dibistanên seretayî û 4 lîse hene. Tê lêkolînkirin ku heman nexşe ji bo bajarên din jî hatine şandin an na.

    Bi heman mijarî:

    MHPê nexşeya Kurdistanê weşand
    Etîketan:
    dibistan, nexşe, DHA, Wezareta Perwerde ya Kosovayê, Prizren, Başûr Rojhilatê Tirkiyê, Rojhilatê Tirkiyê, Kurdistan, Ermenistan, Kosova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de