23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Balafira Erebistana Siûdî

    Alarma balafira Erebistana Siûdî li Manîlayê

    © AFP 2017/ PEDRO ARMESTRE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku pîlotê balafireke sivîl ya Erebistana Siûdî ku daketibû paytexta Filipînê Manlia hişyariya "tehdîdê" da, derdora balafirê hat valakirin. Polîsan derdora balafirê dorpêç kir lê derket holê ku ew banga hawarê, encama "alarma şaş" pêk hatibû.

    Navenda Nûçeyan — Balafira Erebistana Siûdî ya geşta SVA 872yan ku saet 15:090 ji bajarê Ciddeyê rabû, li balafirgeha navdewletî Ninoy Aquino ya paytexta Filipînê daket.

    ​Piştî ku pîlot hişyarî da û got, "tîma firandinê di xeterê de ye", derdora balafirê hat valakirin. Li gorî nûçeya AFPê, hat zanîn ku Birêveberê Ewlekariya Manîlayê berê xwe daye balafirgehê û polîsan derdora balafirê dorpêç kiriye.

    Ji aliyê din ve, di medyaya civakî de hat ragihandin ku balafir hatiye revandin.

    BANGA HAWARÊ, ALARMA ŞAŞ BÛ

    Lê kanala Alarbiya ya ku navenda wê li Erebistana Siûdî ye, ragihand ku ev krîz ji ber "alarma şaş" derketiye holê.

    Herwiha şirketa Erebistana Siûdî ragihand ku krîz ji ber "alarma şaş" derketiye. Birêveberê balafirgehê jî heman tişt piştrast kir.

    ​Televizyoan Erebistana Siûdiyê ya bi navê Ekhbariya ragihand ku qeyran bi dawî bû û hinek rêwiyên balafirê hatin derxistin jî.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Utahê di dibistanekê de alarma êrîşkarekî bi maske
    Alarma terorê li Almanyayê: Hinek dibistan hatin girtin
    Li balafirxaneya Frankfurtê alarma bombeyê
    Li meydana Taksîmê alarma bombeye
    Alarma 'balafira wenda' li Cezayirê
    Li îstasyoneke metro ya Londrayê alarma bombeyî
    Li Kuçukçekmeceya Stenbolê alarma bombeyê
    Etîketan:
    pîlo, balafir, hawar, alarm, Erebistana Siûdî, balafirgeha navdewletî Ninoy Aquin, Malina, Cidde, Filipîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de