22:45 12 Kanûn 2017
Zindî
    Hesen Rûhanî û Fidel Castro

    Fidel Castro û Hesen Rûhanî li Havanayê hatin cem hev

    © AP Photo/ Alex Castro
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li paytextê Kubayê li Havanayê bi Serokê Kubayê Raul û Fidel Castro re hat cem hev.

    Navenda Nûçeyan — Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo ku tevlî zîrweya Tevgera Serbixweyiyan a 17emîn li Venezuellayê bibe çûbû wî welatî. Rûhanî beriya ku derbasî civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe ji bo rojekê serdana Kubayê kir.

    Rûhanî di serdana xwe de bi Serokê Kubayê yê berê Fidel Castro re hat cem hev. Piştî hevdîtinê hikumeta Kubayê daxuyaniya xwe de ragihand ku wan li mala Castro bi Rûhanî re hevdîtinek pêk anîye û di hevdîtinê de mijara bazirganî, aştiya cihanê û metiryên cihanê nirxandine.

    Ji aliyê din ve Serokomarê Îranê Rûhanî jî piştî hevdîtinê got: "Kuba, li parzemîna Amerîkayê li hemberî dagirkeriyê sembola berxwedanê ye. Gelê Îranê jî wekî yê Kubayê rastî zordariya hêzên biyanî tê.

    Bi heman mijarî:

    Ji serokê Kuba û Venezuellayê bo ‘mûdaxeleya Amerîkayê' hişyarî
    Kuba ji bo Amerîkayê hêj jî tehdît e
    Omarê Nado Broyî – Şampîonê Kuba Kralê Taylandê, Şampiyonê Ewrûpayê di warê Muayî –Tay ê
    Ruhanî ji gel re: ‘Gavên we yên zîrek pîroz dikim’
    Ruhanî: Îran nebaya, DAIŞ’ê Hewlêr û Bexda digirt
    Etîketan:
    Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Serokê Kubayê yê berê, Serokomarê Îranê, Fidel Castro, Hesen Rûhanî, Havana, Kuba
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de