21:22 21 Hezîran 2018
Qesra Spî

Amerîka: "Êrişa Artêşa Sûriyeyê qeza bû"

© Sputnik /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Rêveberiya Amerîkayê derbarê bombebarankirina Artêşa Sûriyê ji aliyên firokeyên şer ên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihand ku ew êriş bi şaşî bû.

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Sûriyê duhî daxuyaniya xwe de ragihand ku navendên wan ên li Deyre Zorê ji hêla hevpeymana navdewletî ya ku Amerîka pêşengiya wê dike ve hatin bombebaran, di encamê de 62 leşkerên wan hatine kuştin.

Li gorî çapemeniya Amerîkayê çavkaniyekî ji rêveberiya Amerîkayê li ser navê serokê wî welatî Barack Obama ragihandiya ku ew xemgînin ku bi şaşî 83 leşkerên Artêşa Sûriyê kirine hedefa xwe. Beriya daxuyaniya rêveberiya Amerîkayê, Fermangeha Hêzên Navendî yên Amerîka (CENTCOM) derbarê bombebarankirina Artêşa Sûriyê li Deyre Zorê ji hêla hevpeymana navdewletî ve daxuyanî da.

​Di daxuyaniya CENTCOMê de hat ragihandin ku wan dihesibandin ku ew çekdarên DAIŞê ne, lê ne dizanîn ew leşkerên ser bi Artêşa Sûriyê ve ne.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Amerîkayê teqîn: "Yek jê giran 29 kes birîndar bûn"
Jetên hevpeymanê ku DYA pêşekiya wê dike, çeperên artêşa Sûriyê bombebaran kirin
Li Fransayê Le Pen a rastgir a rapir bû endama serokomariyê
Derbarê êrîşa Elezîzê de 4 kes hatin girtin
Li Belçîkayê xeta borî ya bîrayê ya 3.2 kîlometreyî vebû
Etîketan:
Daxuyaniya hikumeta Sûriyeyê, Fermangeha Hêzên Navendî yên Amerîka (CENTCOM), Rêxistina terorîst a DAIŞê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de