19:37 24 Hezîran 2018
Brîtanya û Yekîtiya Ewropa

Brîtanya hetanî meha sibatê pêvajoya veqetandina ji YEyê dide destpêkirin

© AFP 2018 / PHILIPPE HUGUEN
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk ragihand ku Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May jê re gotiye hetanî meha sibatê wê pêvajoya veqatandina ji YEyê bidin destpêkirin.

Navenda Nûçeyan — Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk ragihand ku Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May jê re gotiye hetanî meha sibatê wê pêvajoya veqatandina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) bidin destpêkirin.

Ji aliyê din ve yek ji nûçegihanê BBC yê polîtîkayê Tom Batemun diyar kir ku di pêvajoya veqetandina Brîtanya ya ji nava Yekîtiya Ewropayê de heta niha daxuyaniyeke wiha zelal nehatiye kirin.

Her wiha Ofîsa Serokwezîrtî ya Brîtanyayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û tenê got: "Pêvajo wê îsal neyê destpêkirin." Wekî din daxuyaniya Donald Tusk jî ku ji bo kîjan meha sibatê gotiye nehat serastkirin.

Li gorî xala 50 a Peymana Lizbonê piştî ku pêvajoya veqetandinê hat destpêkirin 2 sal maweyê Brîtanyayê heye. Serokên Ewropayê heta niha gelek caran di daxuyaniyên xwe de eşkere kirin ku heta xala 50 nekeve meriyete wê bi Brîtanyayê re nekevin nava dan û standinên nefermî.

Bi heman mijarî:

Konseya Ewropa: "Dibe Tirkiye rêya xwe ji ya YEyê veqetîne"
Hollande: ‘Ewropa tu wext mîna niha rastî gefxwarinên terorîstan nehatibû'
Mogherini: Dewletên Ewropa piştgiriyê nadin serxwebûna kurdan
Yekîtiya Ewropa ji bo alîkariya Însanî li Şamê ofîsê vedike
Ewropa bi bêdengî sûcên Erdogan teqîp dike
Etîketan:
Pêvajoya veqatandina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê, Serokwezîra Brîtanyayê, Serokê Konseya Ewropayê, Theresa May, Donald Tusk, Yekîtiya Ewropayê, Brîtanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de