22:16 24 Îlon 2017
Zindî
    Mark Toner

    Amerîkayê piştgirî da balyozê xwe yê Enqereyê: Li ser navê hikumetê axivî

    © Foto: CSPAN (Screenshot)
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3810

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner ji bo Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê John Bass ku tayînkirina qeyûmên ji bo şarederiyên bajarên Kurdan rexne kiribû û rastî nerazîbûna Tirkiyeyê hatibû, piştgiriya xwe ragihand.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke rojnameya Duvarê Toner îro di civîna xwe ya çapemeniyê de di derbarê gotinên balyozê Amerîkayî yê li Tirkiyeyê de bersiva pirsan da.

    Toner di civînê de got "(Bass ê balyoz) li Tirkiyeyê hîn jî balyozê me ye. Serok û Wezîrê Karên Derve pê bawer in" û diyar kir ku ew beşdarî wan nêrînên ku tê de tê gotin ku Bass ê Balyoz bi wan gotinên xwe dest diavêje karên navxweyî yên Tirkiyeyê, nabe.

    Mark Toner dderbirî ku ew piştgiriya daxuayniyên Bass dike û got "gava ku Balyozek biaxive, ev axaftin her tim li ser navê hikumeta Amerîkayê ye."

    Balyozê Amerîkayî yê li Tirkiyeyê John Bass di derbarê tayînkirina qeyûmên ji bı şarederiyên bajar ên Kurdan de axivî û balkişandibû ser rêzgirtina ji bo mafên şexsî û mafê xwe îfadekirinê û gotibû "em hêvî dikin ev tayînkirina qeyûman wê demkî be û wê destûr were dayîn ku welatî di demek nêzîk de li gorî yasayên Tirkiyeyê rayedarên nû yên herêmî hilbijêrin."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka, ji bo ku Tirkiye mûdaxele neke ala xwe li Girê Spî daleqand
    NY: Peymana Amerîka û Rûsyayê wê siberoja Sûriyeyê biguherîne
    Amerîka ji bo operasyonên li Afxanîstan û Iraqê 5 trîlyon dolar xerc kir
    Rûsya û Amerîka planên xwe yên rawestandina şerê li Sûriyeyê eşkere dikin
    Lavrov: Rûsya û Amerîka dibe ku hefteya bê jî li hevdu bicivin
    Etîketan:
    piştgirî, Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, John Bass, Mark Toner, Tirkiye, Enqere, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de