16:01 20 Îlon 2017
Zindî
    penaber

    Fransayê îsal 1346 penaber ji Calaisê dersînor kirin

    © AP Photo/ Armin Weigel
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Fransa ji serê salê heta niha ji penaberên ku li bajarê Calaisê yê li ser sînorê Îngilîstanê li kampa bêrêkûpêk dijîn, 1346 kes dersînor kirin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Bernard Cazeneuve daxuyaniyeke niviskî da û didaxuyaniyê de diyar kir ku ji 1ê Rêbendanê heta îro 1346 penaberên ku şert û mercên fermî bicih neanîne û li bajarê Calaisê li kampa bi navê Jungle dijîn hatine dersînor kirin.

    Cazeneuve dest nîşan kir ku berê jî beşeke kampa li Calaisê hatibû rakirin û got divê beşa maye jî were rakirin. Cazeneuve anî ziman ku di nava salekê de 5 hezar û 700 penaber neqlê 161 cihên cuda hatine kirin û derbirî kul i tevahiya welêt 229 şebekeyên deryasayî yên ku penaberan îstismar dikin, têk hatine birin.

    Ji aliyê din ve hikumeta Fransayê ji ber şert û mercên jiyanê yên ku penaberên li bajarê Calaisê tê de dijîn gelek caran rastî rexneyên rêxistinên sivîl û mafên mirovan tê.

    Bi heman mijarî:

    Di 8 mehên sala 2016an de 3 hezar penaber xeniqîn
    Li peravên Libyayê nêzî 2 hezar penaber hatin xilaskirin
    ‘Di salekê de herî kêm hezar zarokên penaber fetisin'
    Li Almanyayê 8 hezar û 991 zarokên penaber winda ne
    Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê 534 penaber xilas kirin
    Konseya Ewrûpayê ji bo zarokên penaber ên li Tirkiyeyê hişyarî da
    Etîketan:
    dersînorkirin, penaber, Hikumeta Fransayê, Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê, Bernard Cazeneuve, Kampa Calais, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de