11:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Avrupa Konseyi Parlamenterler Meclisi (AKPM)

    Konferansa Serokên PKEyê wê di sala 2018a de li Tirkiyeyê were lidarxistin

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Konferansa Serokên Parlamento ya Konseya Ewropayê bi dawî bû. Konferansa ku ji du salan carekê tê lidar xistin wê di sala 2018a de li Tirkiyeyê were lidar xistin.

    Navenda Nûçeyan — Di konferansa îsal de ku li Strazburgê hat lidarxistin û du rojan dewam kir, nêzîkê 50 serokê parlamentoyên welatan cih girtin. Di konferansê de qeyranên global bûn xwediyê rojeveke berfireh û qeyrana penaberan, pirsgirêkên mafên mrovan, dijminahiya biyaniyan û dijayetiya Îslamê hatin axaftin.

    Hat diyar kirin ku di dawiya konferansê de Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Îsmail Kahraman ji aliyê Serokê Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE) Pedro Agramunt ve ji bo axaftinê hat dawet kirin û Kahraman kî di axaftina xwe de spasiya xwe pêşkeş kir.
    Kahraman di axaftina anî ziman ku ew ê bi awayekî çalak û bi bandor tevkariyê li xebatên Konseya Ewropayê bikin û got emê tavkariyê li nirxên me yên hevpar bikin.

    Bi heman mijarî:

    Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê tê Tirkiyê
    Rawestandina PMMEyê ji bo Konseya Ewropayê hat ragihandin
    Konseya Ewropayê: Ji ber qedexeyan 355 hezar kes koçber bûn
    Endamên Konseya Ewropayê serdana Amedê kirin
    HDP: Dibe ku Tirkiyeyê ji Konseya Ewropayê derbixin
    Etîketan:
    lidarxistin, konferans, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê, Serokê Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê (MPKE), Pedro Agramunt, Îsmail Kahraman, Tirkiye, Strazburg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de