14:32 19 Îlon 2017
Zindî
    Perfecto Yasay

    Filîpînan: Em ê nebin birayê biçûk ê Amerîkayê

    © REUTERS/ Erik De Castro
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Filîpinan Perfecto Yasay got nabe ku welatê me wê wek birayê ‘qehweyî' yê biçûkê Amerîkayê bimîne.

    Navenda Nûçeyan — Yasay li Washingtona paytext a Amerîkayê di Forûma Pasîfîk a Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî de axivî û derbirî ku ew ê di serî de Amerîka destûrê nedin tu welatî ku bila karibin operasyonên li dijî madeyên kêfdêr ên li Filîpînan rexne bikin. Yasay diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku bila Amerîka Filîpînan wek birayê ‘qehweyî' yê biçûk bibîne û dest nîşan kir ku ew qebûl nakin ku di derbarê mafên mirovan de şîret li wan werin kirin.

    Yasay da zanîn ku ew ji Amerîkayê daxwaz dikin ku bila di çarçoveya têkiliyên dostane de tev bigerin.

    Serokdewletê Filîpînan Rodrigo Duterte di 30ê Pûşperê de hatibû ser kar û li dijî bazirganên madeyên kêfdêr dest bi operasyonan kiribû û di van operasyonan de bi hezaran kes hatibûn kuştin. Neteweyên Yekbûyî (NY) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) meha borî bang li Duterte kiribûn, da ku kuştinan rawestîne û berpirsên mafên mirovan ên navneteweyî bicih bîne.

    Herwiha Duterte berê gef li NY xwaribû û gotibû ew ê dewleta Filîpînan ji NY derxîne û li gel vê yekê di dawiya vê hefteyê jî daxuyandibû ku welatê wan wê ‘polîtîkaya derve ya serbixwe' bimeşîne.

    Bi heman mijarî:

    Li Filipînan teqîn: Herî kêm 10 kes mirin
    Heyeta Filipînê bi rayedarên Kurdistanê re civiya
    Enqere xweseriya filipîniyan nas dike û ji bo xweseriyê kurdan dikuje
    Hevdîtina Obama û Duterte hat betalkirin
    Etîketan:
    qehweyî, birayê biçûk, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Neteweyên Yebkûyî (NY), Wezîrê Karên Derve yê Filîpînan, Rodrigo Duterte, Perfecto Yasay, Amerîka, Filîpînan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de