12:15 26 Îlon 2017
Zindî
    Tirkiye - Rûsya - Charter

    Matviyenko bi Kahraman re rûnişt: ‘Em pêbawer bûn ku wê têkilî asayî bibin'

    © Foto: AA/Mustafa Çiftçi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Seroka Desteya Federasyona Rûsyayê Valentina Matviyenko ku bi Serokê Parlamena Tirkiyê İsmail Kahraman re rûnişt diyar kir ku bi saya sebir, sekna bibiryar û zanebûna Serokomarê Tirkiyê Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn ve rojên reş ên di navbera her du dewletan de li paş man.

    Strazburg — Serokê Parlamena Tirkiyê İsmail Kahraman û Seroka Desteya Federasyona Rûsyayê Valentina Matviyenkoyê li Strazburgê beşdarê Konferansa Serokên Parlamena Desteya Ewropayê bûn. Kahraman û Matviyenko di dema konferansê de hevdîtinek pêk anîn. Matviyenkoyê diyar kir ku di têkiliya Rûsya û Tirkiyê de ‘rûpelên reş' demeke zehmet bû û wiha berdewam kir: "Em pêbawer bûn ku wê têkiliyên me asayî bibin. Helbet bi saya sebir, sekna bibiryar û zanebûna serokên me, ji bo ku van rojên reş li paş xwe bihêlin vînek gelekî girîng nîşan da. Peymana ku Birêz Erdogan û Birêz Pûtîn li St. Petersburgê avakirin jî nîşaneya vî tiştî bû."

    Matviyenkoyê destnîşan kir ku divê têkiliya her du welatan bê pêşxistin û wiha got: "Ez wisa difikirim ku divê xebatên Koma Dostanî ya Parlamenê careke din bê destpêkirin."

    KAHRAMAN PIŞTGIRÎ DA DAXWAZA MATVIYENKOYÊ

    Serokê Parlamena Tirkiyê İsmail Kahraman piştgirî da wê daxwaza Matviyenkoyê ya ji bo destpêkirina xebatên Koma Dostaniyê. Kahraman behsa hewldana derbeya 15ê Tîrmehê kir û ji bo piştgriyê kêfxweşiya xwe anî ziman.

    Di vê navberê de Matviyenkoyê, Kahraman vexwend ji bo Moskovayê.

    Bi heman mijarî:

    Serfermandarê Rûsî Gerasimov li Enqereyê ye
    Serfermandarê Rûsyayê Gerasimov serdana Tirkiyeyê dike
    Canikli: Her ku diçe Tirkiye û Rûsya hîn nêzîkê hevdu dibin
    Amerîka: Biryar biryara Tirkiye û Rûsya ye
    'Dibe Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo Sûriyeyê bicivin'
    Etîketan:
    Parlamena Desteya Ewropayê, Desteya Federasyona Rûsyayê, Parlamena Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtin, İsmail Kahraman, Valentina Matviyenko, Moskova, Strazburg, St.Petersburg, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de