08:08 24 Îlon 2017
Zindî
    YE

    ‘DYA destûrê nade ku artêşa hevbeş a YEyê bê avakirin'

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Pisporê leşkerî yê sirpî Aleksandr Radic diyar kir ku ji ber wê di mîmariya ewlekariya şaristaniya Rojava de guhertineke bingehîn pêk bîne, DYA destûrê nade ku artêşa hevbeş a YEyê bê avakirin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker, di axavtina xwe ya salane ya derbarê yekîtiyê de balkişandibû ser têkoşîna bi terorîzmê re û diyarkiribû ku ji bo têkoşîna bi terorîzmê re, divê bi beşdariya welatên YEyê re yekîtiyeke berevaniyê bê avakirin û pêwistî bi artêşeke hevbeş nîşan dabû.

    Radic daxuyaniya Junckerî ji Sputnikê re nirxand û bibîrxist ku çend sal berê Almanya û Fransayê yekîneyeke hevbeş avakirin ku fermandariya wê ji gelek netewan ve pêk dihat. Radic destnîşan kir ku dibe ev Hevalbendî weke Hevgirtineke li hemberî NATOyê were dîtin.

    ‘DYA NAXWAZE BANDORA XWE YA LI EWROPAYA ROJHILAT WENDA BIKE'

    Radic balkişande ser pozisyona NATOyê û wiha berdewam kir: "NATO daxwazên Ewropayê bi awayekî bibandor pêk tîne û bi vî awayî li pêşiya avakirina artêşa YE ya hevbeş dibe asteg. Li hêlekê jî wê artêşa hevbeş, bibe sedem ku rol û hedefên Hevgirtinê ji hêla siyasî jî werin nirxandin." Radic got ku ji ber gelek welatên Ewropaya Rojhilat di bin bandora DYAyê de ne Washington destûrê nade ku artêş ava bibe.

    Racid herwiha diyar kir ku ji ber artêşa YE ya hevbeş mîmariya ewlekariya şaristaniya Rojava wê ji bingehîn de biguherîne DYA li hember derdikeve.

    Bi heman mijarî:

    Luksemburg: Bila Macarîstanê ji YEyê bê avêtin
    Belçîka: Bila têkiliyên rûs û tirkan bikeve roja NATO û YEyê
    Swêd: Ji bo endamtiya YEyê em piştgiriyê didin Tirkiyeyê
    Çîprasî li dijî polîtîkaya YEyê banga yekitiyê li başûrê Ewropayê kir
    Swîsre serlêdana xwe ya bo endamtiya YEyê vekşand
    Etîketan:
    artêşa YE ya hevbeş, YE, Komisyona Yekîtiya Ewropayê, NATO, Aleksandr Radic, Jean-Claude Juncker, Ewropaya Rojhilat, DYA, Fransa, Almanya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de