08:40 22 Hezîran 2018
Erdhej

Li Perû û Tanzanyayê erdhej

© Foto : AA
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li welatê başûrê Amerîkayê Perû erdhejek bi hêza 6ê û li welatê rojhilatê Afrîkayê Tanzanyayê erdhejek bi hêza 5.7ê pêk hatin.

Navenda Nûçeyan — Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku 50 kîlometreyî li bajarê Amazonê ya herêma Moyobamayê ya Perûyê erdhejek bi kûrahiya 114 kîlometreyan pêk hat.

Ajansa Parastina Sivîl a Perûyê ragihand ku ti ziyanên madî û canî pêk nehatiye û ew rewşê dişopînin.

LI TANZANIYAYÊ ERDHEJ BI HÊZA 5.7AN

Herwiha li rojhilatê Afrîkayê, li Tanzanyayê erdhejeke bi hêza 5.7an pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku erdhej li rojhilat û bakurê rojhilatê Nsungayê bi kûrahiya 10 kîlometreyan pêk hat.
Ji aliyekî din ve, erdhej li gola Victoriyayê pêk hatiye û li Raunda, Kenya û li Ûgandayê pêk hatin.

Bi heman mijarî:

Li Zelandaya Nû bi mezinahiya 7.2 erdhej pêk hat
Li Îtalyayê erdhej: Herî kêm 247 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Wanê bi pîleya 4.1 erdhej
Li Îtalyayê di pîleya 6.2 de erdhej: 38 mirî
Li Kirşehirê erdhej: 3.5!
Li Deryaya Spî erdhej
Etîketan:
erdhej, Nsunga, Kenya, Ûganda, Afrîka, Amerîka, Perû, Tanzanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de