15:11 12 Kanûn 2017
Zindî
    Rezerva petrolê ya parêzgeha Teksasê

    Amerîkayê dinyayek petrol dît

    PR Newswire
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku tê texmînkirin, Şirketa Enerjiyê ya ya amerîkî pache Corporation li rojavayê parêzgeha Teksasê qadek dîtiye ku 3 milyar bermil petrola xam û 2.25 tirlyon metre kabik gaza suriştî lê ne.

    Navenda Nûçeyan —Şirketê daxuyaniyek weşand û ragihand ku li herêma bi navê "Alpine High" a li rojavayê Teksasê, qadek hatiye dîtin ku 3 milyar bermil petrola xam û 2.25 tirlyon metre kabik gaza suriştî lê ne.

    Herwiha daxuyaniyê diyar kir ku lêkolînên jeolojîk, vekolînên bi sondajê û testan bêtirî du salan dewam kiriye û di encamê de 242 kîlometreyên çargoşeyî bi 400 milyon dolarî hatiye kirîn.

    NÊZÎKÎ 3 HEZAR XALÎ HATIN DIYARKIRIN

    Ji aliyekî din ve, di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta niha 19 bîrên petrolê hatine kolan û di 9 heban ji wan de, bi sînorî petrol tê hilberandin lê di siberojê de, petrol dê were sondajkirin û heta niha nêzîkî 3000 hezar xalî hatine diyarkirin.

    Herwiha şirketê ji bo zêdekirina hilberandina petrolê li Alpine Highê mezaxtina sermiyanê xwe bi qasî 200 milyon dolarî zêde kir û bi vî awayî mezaxtina wan gihiştiye 2 milyar dolarî ku ew jî bi qasî 25% ji mezaxtina şirketê ye.

    Serokê Lijneya Îcraya Şirketa navborî John J. Christmann IV diyar kir ku piştî rezervên Alpine Highê tev li portfoyê bibin, kar û derfetên şirketê dê gelekî mezin bibin. Li gorî daxuyaniya borsaya New Yorkê, hiseyên şirketê bi qasî 7% zêde bûye.

    PERTOLA EREBISTANA SIÛDÎ XELAS DIBE

    Li gorî Birêveberiya Enformasyona Enrejiyê ya Amerîkayê, tê texmînkirin ku 75 milyar bermîl petrola xam li qada Xewarê ya Erebsitana Siûdî maye ku mezintirîn qada petrola cîhanê ye.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: Em bi riya xeta Kerkûk - Ceyhanê êdî petrol nafiroşin'
    Kurdistanê di meha Mijdarê de 18 milyon bermîl petrol firot
    ROJAVA - Kapasîteya petrol û xaza kurdan hate tesbîtkirin
    Herema Kurdistanê meha Tebaxê çiqas petrol firotiye?
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Etîketan:
    bîrên petrolê, rezerv, petrol, John J. Christmann, Erebistana siûdî, Teksas, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de