09:11 21 Hezîran 2018
Frank-Walter Steinmeier

Almanya: Plana agirbestê ya Rûsya-Amerîkayê ji bo Sûriyayê fersendek nû ye

© AP Photo / Petros Giannakouris
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derveyê ya Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ragihand ku li hev kirina Rûsyayê û Amerîkayê ya li Sûriyayê ji bo pêvajoya siyasî ya li Sûriyayê wek derfetek nû dibine.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov û hevpîşeyê wî ya amerîkî John Kerry dûh li bajarê Cenevreyê hatibûn cem hev û li ser agirbesta li Sûriyayê ku tê plankirin ji roja dûşemê pêve dest pê bike li hev kiribûn.

Steinmeier, li hev kirina agirbestê nirxand û destnîşan kir ku peyman bi ewayek lezgîn bikeve merîteyê.

Wezîrê almanî Steinmeier, bangî hemû aliyan kir ku beşdarî peymanê bibin û ji roja dûşemê pêve dev ji şer berdin û got: ‘Eger agirbest li tevahiyê Sûriyayê pêk were, dê alîkariya mirovî bigihîje bi hezaran kesan. Ev yek jî derfeta muzakereyên Sûriyayê ji nû ve dest pê bike, dide.'

Bi heman mijarî:

Pêvajoya aştiya Rûsya - Tirkiyeyê
Rûsya û Amerîka planên xwe yên rawestandina şerê li Sûriyeyê eşkere dikin
Lavrov: Rûsya û Amerîka dibe ku hefteya bê jî li hevdu bicivin
Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn gihîşt 592ya
Etîketan:
mirovî, alîkarî, peyman, agirbest, Wezareta Karên Derveyê ya Almanyayê, Frank-Walter Steinmeier, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de