06:36 13 Kanûn 2017
Zindî
    John Kerry û Sergey Lavrov

    Rûsya û Amerîka planên xwe yên rawestandina şerê li Sûriyeyê eşkere dikin

    © REUTERS/ PIERRE ALBOUY
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Amerîkayî John Kerry ji bo rawestandina şer û pevçûnên li Sûriyeyê planên xwe eşkere dikin.

    Kerry piştî hevdîtina ku bi saetan dewam kir, ji bo rojnamegeran axivî û got plana nû dibe ku were wê wateyê ku hewldanên dîplomatîk ên pir alî wê werin destpê kirin.

    Wezîrê Amerîkî balkişand ser ku komên mixalîf çi qas ji destê wan tê divê xwe ji El Nûsra û DAIŞê dûr bigirin û dest nîşan kir ku Washington û Rûsya ji bo ku çavdêriya pêkanînan bikin wê di 12ê Îlonê de li navendekê bicivin Û dest nîşan kir ku têkoşîna hevpar a li dijî El Nûsra û DAIŞê wê ji vê navendê were meşandin.

    'RÛSYA Û AMERÎKA LI DIJÎ EL NÛSRAYÊ WÊ OPERASYONA HEVPAR BİMEŞÎN'

    Kerry anî ziman ku artêşa Sûriyeyê wê li herêmên ku mixalîf lê hene, operasyonên hewayî pêk neyine û diyar kir ku şopandina El Nûsrayê li gorî berjewendiyên Amerîkayê ye jî û got "divê em bidin şopa wan terorîstan." Kerry di dewamiya axaftina xwe de derbirî ku Rûsya û Amerîka wê li dijî El Nûsrayê bi hevdu operasyonên leşkerî lidar bixin. Kerry got "ger ku 7 rojan bê navber agirbest were pêk anîn û al3ikariyên mirovî werin veguhestin wê gavê pisporên Amerîkayî û Rûsî wê werin cem hevdu û wê di mijara şerê li dijî DAIŞ û El Nûsrayê de bi hevdu re bixebitin.

    LAVROV: KESÊN KU DIXWAZIN HEVDÎTINAN XERA BIKIN HENE

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî diyar kir ku hinek kesên ku dixwazin hevdîtinan xera bikin hene û got "niha bêbaweriyek heye, hinek kesên ku dixwazin peymana me xera bikin hene. Mînaka dawîn, em vê yekê bi John re jî axivîn, hema berê hevdîtina serokên dewletan a li Çînê bi awayekî bêperdaqî mueyyîde hatin ragihandin û piştî hevdîtinan jî mueyyîdeyên zêde."

    'ŞERT Û MERCÊN DESTPÊKIRINA PÊVAJO YA SIYASÎ DIAFIRÎNE'

    Lavrov got "me ji bo peymaneke berbiçav pakêteke pir mezin amade kir. Ji ber sedemên ku John diyar kir, nabe ku em eşkere bikin. Zanyariyên pir cidî û hesas tê de hene. Em naxwazin em têkeve destê wan hinek kesên ku dixwazin tevdîrên ji bo alîkariya mirovî û mijarên din xera bikin."

    Lavrov diyar kir ku wan bi giştî 5 peyaman danîn û got van peymanan ji bo destpêkirina koordînasyona bibandor a ji bo têkoşîna terorê, di serî de ji bo mirovên li Helebê û cihên din pêşxistina alîkariya mirovî, derfeta xurtkirina agirbestê û şert û mercên destpêkirina pêvajo ya siyasî derfetan dide. Li gel vê yekê Lavrov dest nîşan kir ku rêveberiya Sûriyeyê di derbarê peymanan de tê agahdar kirin.

    DI PEYMANÊ DE ÇI HENE?

    Rûsya û Amerîka bang li hemû aliyên li Sûriyeyê dikin ku bila herkes riayetê agirbestê bike ku ew agirbest wê berêvara roja 12ê Îlonê destpê bike. Li gorî peymanê operasyonên hewayî jî di nav de wê hemû êrîş werin rawestandin.

    Li gorî peymanê tê pêşbinî kirin ku Heleb jî di nav de, alîkariya mirovî bi awayekî bê navber wê ji bo hemû herêmên xwedî pêdivî werin şandin. Ji bo ku alîkarî bigihêjin Helebê jî tên plan kirin ku hemû alî ji ser Riya Kastillo vekişin.

    Mijar:
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya û Amerîka dibe ku hefteya bê jî li hevdu bicivin
    Çavuşoglu û Lavrov 'agirbesta li Sûriyeyê' axivîn
    Lavrov: "Ji bo ceribandina nûkleerî, emê peyameke xurt ji Pyogyangê re bişînin"
    Lavrov û Kerry ji bo peymana Sûriyeyê wê dîsa li Cenevreyê bicivin
    Rûsya: Lavrov û Kerry wê sibe li hevdu bicivin
    Lavrov û Kerry ji bo krîza Sûriyayê dîsa hevdîtin pêk anîtin
    Etîketan:
    şer, eşkerekirin, agirbest, plan, Hikumeta Sûriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, John Kerry, Sergey Lavrov, Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de