15:34 21 Hezîran 2018
lavrov-kerry

Lavrov: Rûsya û Amerîka dibe ku hefteya bê jî li hevdu bicivin

© Sputnik/ Ramil Sitdikov
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov anî ziman ku ew hêvî dike ku hevdîtina wî ya bi pîşeyê wî yê Amerîkî John Kerry re di demeke nêzîk de bi encam bibe û got şandên Moskova û Washingtonê dibe ku hefteya bê jî li hevdu bicivin.

Navenda Nûçeyan — Lavrov di navbira hevdîtin a li Cenevreyê de ku zêdetirî 12 saetan dewam kir, ji bo rojnamegeran axivî û li ser pirsa ‘hevdîtin wê kengî bi dawî bibe' got "nizanim, em difikirin ku îro biqedînin. Dibe ku hefteya bê jî hevdîtin pêk were."

Lavrov got "hevalên me xwestin ji bo tiştên ku em axivîn bi Washingtonê bişêwirin û ji bo vê jî pêwistî bi 5 saetan hebû. Ez difikirim ku şêwra bi Washingtonê re ji bo wan girîng e."

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu û Lavrov 'agirbesta li Sûriyeyê' axivîn
Lavrov: "Ji bo ceribandina nûkleerî, emê peyameke xurt ji Pyogyangê re bişînin"
Lavrov û Kerry ji bo peymana Sûriyeyê wê dîsa li Cenevreyê bicivin
Rûsya: Lavrov û Kerry wê sibe li hevdu bicivin
Lavrov û Kerry ji bo krîza Sûriyayê dîsa hevdîtin pêk anîtin
Etîketan:
hêvî kirin, dibe ku, hefteya bê, hevdîtin, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, John Kerry, Sergey Lavrov, Washington, Amerîka, Rûsya, Cenevre
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de