21:18 26 Îlon 2017
Zindî
    Penaber

    HRW: Li Yûnanîstanê zarok di hucreyên tijî de tên girtin

    © AP Photo/ Darko Vojinovic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (HRW) îdia kir ku zarokên penaberên bê dayik û bav yên li Yûnanîstanê dimînin, di hucreyên tije de tên girtin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî daxuyaniya ku HRWê li Atînayê kir, hat dest nîşan kirin ku zarok an li qereqolên polîsan an jî li kampên penaberan bi mezinên ku ne xizmên wan in û di şert û mercên ne hjyenîk de tên girtin û hat diyar kirin ku zarokên penaber ji xizmetên şêwirmendiyê, ji agahdarkirin û alîkariya hiqûqî an bi temamî mehrûm in an jî ji van pir kêm sûdê wer digirin.

    Li gorî nûçeya DW Tirkî aktivîstên mafên mirovan ragihandin ku zarok di hucreyên tijî de li ser textên hişk tên girtin û ew hucre tijî bihok in. Li gel vê yekê hat diyar kirin ku ew zarokên di hucreyan tên girtin bê cih û doşek in û di hucreyan de amûrên tenduristiyê û şert û mercên paqijiyê tune ye. Herwiha di raporê de hat derbirîn kul i Yûnanîstnê ji serê vê salê şûnde 3 hezar û 300 zarokên bêkes hatin qeyd kirin.

    Bi heman mijarî:

    HRW li hemberî binçavkirin û binpêkirina mafan hişyarî da Tirkiyê
    HRW: Rewşa Awarte ya Tirkiyeyê nikarîbû mafên mirovan biparêze
    HRW: Gumana înfazên bêdadgeh heye
    HRW: Tecrîda li ser Ocalan rakin!
    HRW: Kuştinên sivîl ên bajarên kurdan tirsnak e
    Etîketan:
    girtin, hucre, zarokên penaber, DW tirkî, Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan(HRW), Atîna, Yûnanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de