17:31 26 Îlon 2017
Zindî
    James Comey

    Dîrektorê FBIyê: "DAIŞ biqede jî wê metirsiya terorîzmê bidome"

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Dîrektorê FBIyê James Comey ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê biqede jî dîsa metirsiya wê dê bidome.

    Navenda Nûçeyan — Dîrektorê FBIyê James Comey li Washîngtonê tevlî konferansekê bû ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê biqede jî dîsa metirsî û tehdîda wê li ser dewletên rojavayî û cihanê dê bidome. Comey di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi bandora têkbirina xelîfetiyê wê dîsa nêzî 5 salan metirsî û tehdîda DAIŞê dewam bike. Milîtanên rêxistina terorîst ê DAIŞê ku li qada şer ji mirinê bifilitin ê derkevin derve û bibin tehdîd."

    Dibe Amerîka jî rastî êrişan were

    James Comey di dirêjiya axaftina xwe de got: "Milîtanên terorîst ên DAIŞê ku li Iraq û Sûriyeyê li qada şer têk diçin wê derbasî Rojavayê Ewropayê Parîs û Brûkselê bibin û li wir dê êrişên nû yên têrorî pêk bînin. Dibe welatê Amerîkayê jî rastî van êrişên wiha were."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrîş kir: 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
    DAIŞê êrişî ASAyê kir: 5 kes hatin kuştin 12 kes jî birîndar bûn
    Tirkiye: 3 avahiyên DAIŞê hatin îmhakirin
    Amerîka: Dûrxistina DAIŞê û parastina sînor li gorî berjewendiya netewî ya Tirkiyeyê ye
    Balafirên şer ên tirk çeperên DAIŞê bombebaran kirin
    Etîketan:
    Metirsiya terorîzmê, DAIŞ, Dîrektorê FBIyê, James Comey, Sûriye, Iraq, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de