04:31 21 Îlon 2017
Zindî
    Ji Fetullah Gulen nifirên nû

    Gulen: "Ev bedeleke giran e, lê ez ne poşman im"

    © Foto: facebook
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    Fethullah Gulen di hevpeyvîna xwe ya malpera Politicoya Amerîkayê de ragihand ku ez ne poşman in û ev kiryarên ku li dijî tevgerê têne kirin derqanûnî ye.

    Navenda Nûçeyan — Fethullah Gulen di hevpeyvîna xwe ya Politico de rastî pirsa ‘Hûn dibêjin tevgera me ne siyasî ye lê hinek çavkanî dibêjin aliyekî veşartî heye û ji bo bi dest xistina rêvebiriyê we hinek mirovên nêzî xwe bi cih kirine ma gelo ev raste' bersivand û got: "Felsefeya min tim li gorî hikmê qanûnî bûye. Kesekî ku felsefeya min şopandibe û li dijî wê tevgeriya be wî hem xayîntî bi min re û hem jî bi tevgerê re kiriye, ez bi can û dil dixwazim derheqê wan kesan de lêpirsîn were kirin."

    Gulen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Îro krîtera nasnameya girêdayî Erdogan şûna Ataturk girt. Min tucarî piştgiriya guherandina rejima Tirkiyeyê nekiriye. Min beriya 22 sal berê beriya herkesî got, divê Tirkiye ji demokrasiyê tavîz nede û venegere. Di salên 1990 û 2000an de li Tirkiyeyê hatim darizandin lê di derheqê min de tu delîl tunebûn."

    Amerîka biryara îadeyê bide ez ê bi xwe herim

    Fethullah Gulen di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li gorî pêşbîniyen min Amerîka wê min radestî Tirkiyeyê neke. Pergala hiqûqî û rêzgirtina azadiyan a rêvebiriya Amerîkayê xwediyê dîrokeke kevnar e. Ez bawer nakim Amerîka li ser daxwaza Serokomar Erdogan dev ji vê kevneşopiya xwe berde. Heke Amerîka biryara radestkirina min bide ez ê bi xwe bilêta xwe bibirim û bê tirs herim Tirkiyeyê. Ji bo ku ez mirovekî serbixwe bûn rastî hevqas bûyeran hatim, bedeleke giran e lê ez ne poşman im."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Heke di operasyonên FETO de şaşitî hatibe kirin..."
    Serokê Ragihandina Gelemperî ya Serokomariyê: "Operasyona FETO li me zîvirî"
    Kurtulmuş: "FETO, ji bo Amerîkayê jî tehdîd e"
    Dadgeha Bilind: "Endamên FETO wê ji terefê dadgehên serbixwe ve werin darizandin"
    'FETO tenê nikarîbû xwe li Dêrsimê birêxistin bikira'
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Fethullah Gulen, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de