11:34 21 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: "Ji bo ceribandina nûkleerî, emê peyameke xurt ji Pyogyangê re bişînin"

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 230 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ji bo ceribandina nûkleerî ya Koreya Bakur a nû em pir bi fikar in.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ji bo ceribandina nûkleerî ya Koreya Bakur a nû em pir bi fikar in.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Cenevreyê beriya hevdîtina bi hemkarê xwe yê amerîkî John Kerry re bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Japonyayê Fumio Kişida re axivî. Lavrov, ji bo ku rêvebiriya Pyongyangê biryarên Neteweyên Yekbûyî bişopîne em ê peyameke bi hêz bişînin. Em ji van ceribandin bi awayekî cidî bi fikar in. Divê biryarên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi cih werin, em ê peyameke xurt ji wan re bişînin.

    Koreya Bakur, ceribandina nûkleerî ya 5emîn ku pêk anî bû bi rêya televîzyona xwe ya netewî serast kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê ceribandinê de serîkekî nû yê nûkleerî hat pekandin û moşekên balîstîk ên welat êdî dikarin serîkê nûkleerî jî bi kar bînin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Kerry ji bo peymana Sûriyeyê wê dîsa li Cenevreyê bicivin
    Rûsya: Lavrov û Kerry wê sibe li hevdu bicivin
    Lavrov û Kerry ji bo krîza Sûriyayê dîsa hevdîtin pêk anîtin
    Koreya Bakur mezintirîn ceribandina nûkleer pêk anî
    KENYê Koreya Bakur şermezar kir
    Etîketan:
    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Ceribandina moşekên balîstîk, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Koreya Bakur, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de