08:06 24 Îlon 2017
Zindî
    Erdheja Koreya Bakur

    Koreya Bakur mezintirîn ceribandina nûkleer pêk anî

    © AP Photo/ Lee Jin-man
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Li Koreya Bakur erdhejeke bi xurtiya 5.3yan pêk hat. Rayedarên Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur mezintirîn ceribandina nûkleer pêk anî.

    Navenda Nûçeyan - Ajansa Nûçeyan a Koreya Başûr ragihand ku li bakurê rojhilatê welatî, erdhejek bi kûrahiya 10 kîlometreyan û xurtiya 5.3yan pêk hat.

    Erdhej li wê herêmê çêbû ya ku Koreya Bakur ceribandina xwe ya nûkleer lê pêk anî. Ji ber vê tê texmînkirin ku ew hej ji ber ceribandina nûkleer çêbûbe.

    "HEJEK JI BER TEQÎNÊ ÇÊBÛ"

    Ji aliyekî din ve, li gorî nûçeya BBCyê Sererkanê Koreya Bakur bi ajansa nûçeyan Yonhapê re axivî û got: "Em texmîn dikin ku Koreya Bakur, mezintirîn ceribandina xwe ya nûkleer pêk aniye."

    Herwiha Saziya Lêkolînêmn Jeolojiyê ya Amerîkayê piştrast kir ku li herêma Punggye-riyê ya ceribandina nûkleer, "hejek ji ber teqînê" pêk hat lê wan nekariye, cûra tqînê tesbît bikin.

    Rayedarên leşkerî balê dikişînin ser hindê ku ihtimal heye, teqînê enerjiyek bi qasî 10 kilotoniyê hilberandibe û ev jî du qatê wê ceribandina meha Rêbendanê ye.

    Bi heman mijarî:

    KENYê ji bo ceribandinên moşekên balîstîk ya Koreya Bakur dicive
    KENYê Koreya Bakur şermezar kir
    Pûtînî helwesta xwe li ser programa nûkleer a Koreya Bakur diyar kir
    Koreya Bakur bersiv da: Em ê Amerîkayê bikin xwelî
    Tirkiyeyê Koreya Bakur şermezar kir
    Koreya Bakur dîsa ceribandina moşekên balîstîk pêk anît
    Etîketan:
    teqîn, erdhej, ceribandina nûkleer, Amerîka, Koreya Başûr, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de