11:37 24 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov û John Kerry

    Lavrov û Kerry ji bo peymana Sûriyeyê wê dîsa li Cenevreyê bicivin

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî amerîkî John Kerry ji bo peymana Sûriyeyê ku bikaribin çalakiyên leşkerî kordîne bikin îro dîsa li Cenevreyê hevdîtinekê pêk tînin.

    Cenevre — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî amerîkî John Kerry ji bo peymana Sûriyeyê ku bikaribin bi awayekî hevpar çalakî û operasyonên leşkerî kordîne bikin îro dîsa li bajarê Cenevreyê ya Swisrayê hevdîtinekê pêk tînin.

    Lavrov ji bo hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry pêk bîne du roj berê çûbû Cenevreyê. Li gorî medyaya Rûsyayê ku dispêre çavkaniyeke dîplomatîk, Kerry jî îro berê sibehê gihîştiye Cenevreyê.

    Lavrov û Kerry ji bo dawî li bûyerên tund û tujî yên Sûriyeyê bînin û bikaribin peymaneke çalakî û operasyonên leşkerî yên hevpar pêk bînin, yek li Cenevreyê û 2 jî li Çînê 3 caran hevdîtin pêk anîn. Herdu wezîr di hevdîtina xwe ya dawî de ragihandibûn ku em nêzî lihevkirinê ne lê tenê hinek karên teknîkî ku were kirin heye.

    Lavrov û De Mistura civiyan

    Di vê navberê de Wezîrê rûsî Lavrov û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura şevê din li otela President Wilson Hotelê civînek pêk anîn, lê derheqê civînê de tu daxuyanî nehat belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Lavrov û Kerry wê sibe li hevdu bicivin
    Lavrov û Kerry ji bo krîza Sûriyayê dîsa hevdîtin pêk anîtin
    Lavrov û Kerry di 8-9ê Îlonê de li Cenevreyê tên cem hev
    Amadehiyên hevdîtina Lavrov û Kerry ya ji bo Sûriyeyê didome
    Lavrov bang li Kerry kir: Mixalîf û komên terorîstan ji hevdu cuda bikin
    Etîketan:
    Hevdîtina Lavrov û Kerry, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry, Staffan de Mistura, Sergey Lavrov, Swisra, Cenevre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de