23:13 20 Îlon 2017
Zindî
    Mark Toner

    Amerîka: Em ê piştgiriyê bidin Kurdan

    © Foto: AA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 164 0 0

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner diyar kir ku Amerîka li Sûriyeyê di çarçoveya operasyon a Mertalê Firatê de li pişt her gavavêtina Tirkiyeyê ye û got Washington piştgiriyê dide hêzên Kurd ên ku bi DAIŞê re şer dikin û ev rewş ji aliyê Enqereyê ve jî tê zanîn.

    Navenda Nûçeyan — Toner derbirî ku ew piştgiriyê didin hêzên Kurd ên ku li Rojava û bakurê Sûriyeyê bi DAIŞ re şer dikin û got "em ê piştgirîdayîna xwe ya ji bo wan dewam bikin û em vê mijarê bi awayekî rêkûpêk bi Tirkiyeyê re jî diaxivin."

    Mark Toner bersiv da pirseke di derbarê siberoja Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad de jî û got "li gorî wî ji bo serokatiya Sûriyeyê rewatiya xwe wenda kiriye lê di vê mijarê gelê Sûriyeyê wê biryara talî bide."

    Wezîrê Parastinê yê Tirikiyeyê Fikri Işik li Londonê piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Charter re ji bo rojnamegeran daxuyanî dabû û gotibû "Tirkiye piştgiriya operayona Reqqayê dike lê divê destûr neyê dayîn ku PYD operayona Reqqayê ji xwe re bike derfet û li herêmên ku bidest dixin bimîne."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: HSD ji Minbicê derketiye
    Aliza Marcus: Amerîka dest ji YPGê bernade
    Amerîka rê dide operasyona El Babê
    Amerîka: Dûrxistina DAIŞê û parastina sînor li gorî berjewendiya netewî ya Tirkiyeyê ye
    Amerîka: Em ê piştgiriya HSDê bikin
    Kurtulmuş: Divê Amerîka fişarê li ser kurdan zêde bike
    Etîketan:
    hêzên kurdan, dayîn, piştgirî, Serokdewletê Sûriyeyê, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Beşar Esad, Fikri Işik, Ashton Carter, Mark Toner, Sûriye, Tirkiye, Rojava, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de