16:06 23 Mijdar 2017
Zindî
    penaber

    UNICEF: 50 milyon zarok ji rehên xwe hatine qutkirin

    © Foto: twitter-uniraq.org
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li gorî raporta UNICEFê li cîhanê 50 milyon zarok hene ku ‘ji rehên xwe hatine qutkirin'. Heman raport diyar dike ku 28 milyon ji wan, zarok ji ber şer û pevçûnan ji malên xwe dûr ketine.

    Navenda Nûçeyan — Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) raportek derbarê zarokên penaberbûne de aşkere kir. Li gorî raporta rêxistinê li cîhanê 50 milyon zarok hene ku ‘ji rehên xwe hatine qutkirin'. Rapor balê dikişîne ser şer û pevçûnên li tevahiya cihanê diqewime û aşkere dike ku di nava vê hejmarê de 28 milyon zarok neçar mane ku ji malên xwe dûr bikevin.

    Zarokên ku dibin penaber di rêyên penaberiyê de rastî fetisandinê, kêmxwariniyê, kêmvexwarina avê, revandina ji hêla bazirganên mirovan, tecawiz û destdirêjî û gelek bûyerên xerab tên. Herwiha welatên ku zarok xwe digihînin wan jî zarokan ji xwe re dikin hedefa dijminahiya biyaniyan û cudawaziyê.

    Dîrektorê Giştî yê UNICEFê Anthony Lake derbarê mijarê de wiha got: "Yek bi yek dîmenên zarokan ên ku ji hişê mirov naçin —laşê biçûk ê Alan Kurdî ku di behrê de fetisiye yan jî Omran Daqneeshê k udi ambulansê de matmayî rûniştiye- cîhan hejandiye. Lê her wêne keç an jî xort nûnereya bi milyonan zarokên di bin xetereyê de dike."

    Hin xalên ku raportê balkişandiye ser wiha ne:

    • Herçiqas ku zarok yek ji sê ya hejmara cîhanê ne jî nîvê hejmara penaberan ji zarokan pêk tê.

    • Di sala 2015ê de sedî 45ên hemû zarokên penaber ên di bin parastina UNCHRê de ji Sûriyê û Efxanistanê derketin.

    • Tevlî 10 milyon zarokên penaber, 28 milyon zarok ji ber şer û pevçûnan an di nava welatê xwe bûne koçber an jî ji welatê xwe derketine.

    • 1 milyon zarokên ku hîna statuya wan a penaberiyê diyar nebûne hene.

    HERÎ ZÊDE PENABERÊN ZAROK LI TIRKIYÊ NE

    • Tirkiyê ew welate ku herî zêde zarokên penaber li wir in.

    • Dema li gorî hejmara welat lê binêrin herî zêde penaberên zarok li Libnanê hene. Li Libnanê her ji 5 kesan yek penaber e.

    Bi heman mijarî:

    ‘Di salekê de herî kêm hezar zarokên penaber fetisin'
    Li peravên Libyayê nêzî 2 hezar penaber hatin xilaskirin
    Li Almanyayê 8 hezar û 991 zarokên penaber winda ne
    Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê 534 penaber xilas kirin
    Konseya Ewrûpayê ji bo zarokên penaber ên li Tirkiyeyê hişyarî da
    Etîketan:
    şer, zarok, penaber, UNHCR, UNICEF, Omran Daqneesh, Alan Kurdî, Anthony Lake, Libnan, Efxanistan, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de