09:08 21 Nîsan 2018
    Esad El Zubî û Komîteya Mûzakereyên Bilind ya Sûriyeyê

    Grûba Hmeymîmê: "Mûxalefeta ku Siûdî piştgiriya wan dike dixwazin bibin dîktator"

    © REUTERS / Pierre Albouy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê mûxalefeta navxweyiya Sûriyeyê ku wekî Grûba Hmeymîmê tê zanîn İlîan Masaad ragihand ku mûxalefeta ku Siûdî piştgiriya wan dike dixwazin li Sûriyeyê bibin dîktator.

    Navenda Nûçeyan — Serokê mûxalefeta navxweyiya Sûriyeyê ku wekî Grûba Hmeymîmê tê zanîn Ilîan Masaad ragihand ku mûxalefeta ku Siûdî piştgiriya wan dike (Komîteya Mûzakereyên Bilind) dixwazin li Sûriyeyê bibin dîktator. Lewra ev pêşniyar û plana Komîteya Mûzakereyên Bilind a ji bo dema derbasbûnê hem îhlala peymanên navneteweyî ye û hem jî li dijî biryara Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye.

    Ilîan Masaad di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Izvestiyayê de ragihand ku li gorî pêşnûmaya ku ji 16 rûpelan pêk tê û me ji çavkaniyên nêzî komîteyê bi dest xistiye, dixwazin li Sûriyeyê dîktatoriyê bi dest bixin.

    Masaad di berdewamiya axaftina xwe de got: "Komîteya Mûzakereyên Bilin dli pey axakirina rejimeke dîktatoriye. Dixwazin erke, rêvebirî, darizandin û qanûnê di destekî de kom bikin. Helbet ev jî hem li gorî peymana Cenevre-1ê û hem jî îhlala biryara

    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ye."

    Endamê Komîteya Mûzakereyên Bilind Hind Kabawat ragihandibû ku di 5ê Îlonê de wê plana ji bo dema derbasbûnê amade kirine dê ji raya giştî re eşkere bikin.

    Bi heman mijarî:

    'Rastiya Kurd, Cenevre-3 û Tirkiye xitimand'
    Lavrov: Cenevre ne cihê şantaj û bazaran e
    Heyeta YPJê: ‘Cenevre me nas nekir, em jî encamên wî nas nakin!'
    Hevserokê MSDê Heysem Menna ji ber PYDê, Cenevre boykot kir
    Muslim: 'Heke kurd beşdar nebin, aqibeta civîna Cenevre 3yê ne xêr e'
    Etîketan:
    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Komîteya Mûzakereyên Bilind, Hevdîtinên Cenevreyê, Serokê Grûba Hmeymîmê, Ilîan Masaa, Cenevre, Swisra
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de