19:04 22 Çile 2018
Zindî
    Abdullah Ocalan

    Sinn Fein: Bila demildest destûr ji bo hevdîtina Ocalan bê dayin

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Karê Derve û parlamentere partiya Îrlandayê Sinn Feinê Sean Crowe ji hikûmeta AKPê daxwaz kir ku pêşî li ber hevdîtina Abdullah Ocalan bê vekirin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Karê Derve û parlamentere partiya Sinn Feinê Sean Crowe bi daxuyaniyekê bal kişand ser nîqaşên derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re û pêvajoya çareseriya pirsgirê kurd û got ku ev pêvajo di sala 2015ê de ji hêla hikûmeta tirk ve hatiye binpêkirin û ji holê hatiye rakirin.

    Crowe di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku Ocalan ji nîsana 2015ê û vir ve hevdîtin bi wî re tên astengkirin û ev tişt piştî biryara bidawîanîna gotûbêjên hikûmeta AKPê ne mimkun e. Crowe astengkirina hevdîtina bi Ocalan re weke binpêkirina hiqûqa netewî û navnetewî û daxwaz ji hikûmeta AKPê kir ku demildest destûrê bidin malbat, parêzer an jî lijneyek siyasî ji bo karibin Ocalan bibînin.

    Parlamenterê Sinn Feinê herwiha balkişand ser greva birçîbûnê ya ku ji hêla siyasetmedarên kurd a li Amedê hate destpêkirin û daxuyakirin ku rewş gelekî bilez û cidî ye.

    Bi heman mijarî:

    Ji Wezareta Dadê daxuyaniya Ocalan
    Ahmet Turk: Ji bo rawestandina şer divê ji Ocalan agahî were girtin
    Ciwanên Kirmaşanê bo Ocalan dest bi çalakiyan kirin
    Hatîp Dîcle: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re 50 hevalên me wê dest bi greva birçîbûnê bikin
    Dayikên Şemiyê: Ocalan serbest berdin!
    Etîketan:
    hevdîtin, siyasetmedarên kurd, greva birçîbûnê, AKP, Sinn Fein, Sean Crowe, Abdullah Ocalan, Amed, Îrlanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de