19:45 25 Gulan 2018
farc-şervanên farcê

FARC bertek da êrişên Artêşa Tirk yên li ser Rojava

© Foto: twitter
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) bang li civaka navneteweyî kirin ku, li hemberî êrişên Tirkiyê rawestin û alîkariya Kobanê bikin.

Navenda nûçeyan -  Rêxistina FARC  ya ku piştî şerê 50 salan bi dewleta Kolombiyayê re gihîştin rêkeftinê, da xuyakirin, leşkerên Artêşa Tirk li hemberê xwepêşandana gelê Kobaniyê yên li ser sînor  çekên giran bikar tîne.

FARC bang li raya giştî ya navnetewî û dezgehên ku li dijî DAIŞ têdikoşin dike ku, êriş û deslêwerdana Tirkiyê bi awayekî tund şermezar bikin û bo ku êrişên xwe rawestîne fişarê lê bikin.

​Tirkiye ji serê demekê ye li ser sînorê Rojava dîwaran lê dike. Gelê Rojava li hember vê yeka Tirkiyeyê bo ku nerazîbûna xwe nîşan bidin bi rojan li ser sînor çalakiyên protestoyê lidar xistin.
Leşkerên tirk di dema protestoyan êrişî ser gel kirin ku di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 80 kes jî birîndar bûn.

Bi heman mijarî:

Şer li Kolombiyayê rawestiya: FARCê çek danî
Hikumeta Kolombiyayê û FARCê peymana aşitiyê îmze kirin
Ensarioglu: "Min modela Farcê pêşniyarî Erdogan kir"
Hikûmeta Kolombiyayê û FARCê peyameneke dîrokî îmze kir
Dewleta Kolombiyayê bi rêxistina FARCê re hevdîtinên aştiyê dike
Etîketan:
hevkariya kurdan, farc, kobanî, şer, sivîl, çekên giran, êriş, kolombiya, rojava, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de