02:44 19 Çile 2018
Zindî
    penaber

    Brîtanya 20 hezar penaberên sûriyeyî werdigire

    © Foto: ANHA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
    0 10

    Hat ragihandin ku hikumeta Brîtanyayê hetanî dawiya 2020an dê 20 hezar penaberên sûriyeyî wergire.

    Navenda Nûçeyan — Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê Amber Rudd di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew ê di nava 4 salan de 20 hezar penaberên sûriyeyî werbigirin.

    Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê Amber Rudd eşkere kir ku dê heta sala 2020an 20 hezar penaberên sûriyeyî yên ku ji ber şer nikarin vegerin welatê xwe werbigirin.

    Amber Rudd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em li gorî pilan û bernameyê pêşde diçin û em ê wan sozên ku me dabûn penaberan jî bicîh bînin."

    Wezîra brîtanî anî ziman ku dê penaberan fêrî zimanê înglîzî bikin û ji bo wê jî 10 milyon pond terxan kirine.

    Mijar:
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

    Bi heman mijarî:

    ‘Di salekê de herî kêm hezar zarokên penaber fetisin'
    Li peravên Libyayê nêzî 2 hezar penaber hatin xilaskirin
    Li Almanyayê 8 hezar û 991 zarokên penaber winda ne
    Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê 534 penaber xilas kirin
    Konseya Ewrûpayê ji bo zarokên penaber ên li Tirkiyeyê hişyarî da
    Etîketan:
    Brîtanya 20 hezar penaberên sûriyeyî werdigire, Wezîra Navxweyî ya Brîtanyayê, Amber Rudd, Sûriye, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de