23:10 25 Gulan 2018
Martin Schaefer

Almanya: "Vekirina Baregeha Încîrlîkê ji bo serbestiya vîzeyan dê bibe gaveke erênî"

© Foto : AA
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê Martin Schaefer ragihand ku ji bo serbesbûna vîzeyan divê Tirkiyeyê şertên dawî yên Yekîtiya Ewropayê bi cih bîne.

Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê Martin Schaefer ragihand ku ji bo serbesbûna vîzeyan divê Tirkiyeyê şertên dawî yên Yekîtiya Ewropayê bi cih bîne. Wekî mînak, heke Tirkiyeyê destûra berpirsên hikumeta Almanyayê ji bo serlêdana Baregeha Încîrlîkê bide ev dê ji bo serbestberdana vîzeyan bibe gaveke erênî.

Martin Schaefer di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê Tirkiyeyê destûra serlêdana leşker û berpirsên hikumeta Almanyayê bo Baregeha Încîrlîkê bide ku ew jî hêzek ji NATOyê ne, destûr dayîn ji bo serbestiya vîzeyan dê bibe gaveke erênî.

Schaefer di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ez hêvî dikim ku rayedarên Tirkiyeyê vê qedexeya leşker û berpirsên hikumeta Almanyayê ya ji bo serlêdana Baregeha Încîrlikê di demeke nêz de rake, lê hê jî ji Tirkiyeyê derbarê vê pirsgirêkê de tu gaveke erênî nehatiye avêtin.

Tevlîbûna Almanyayê bo koalîsyonê dikeve xeterê

Berdevkê wezaretê di dawiya axaftina xwe de got: "Di mijara serlêdana Baregeha Încîrlîkê de di navbera heyeta Almanya û Tirkiyeyê de nîqaş û gengeşeyên tûj qewimîn, ev jî tevlîbûna Almanyayê ji bo koalîsyonê hevpeyman dixe xeterê."

Bi heman mijarî:

Parlementerê alman ji deriyê Încîrlîkê hat vegerandin
Almanya: Heke destûra Încîrlîkê neyê dayin em ê leşkerên xwe paş ve bikişînin
Hewceyiya Rûsyayê bi Baregeha Încîrlîkê tuneye
‘Tirkiye dikare Baregeha Încîrlîkê ji Rûsyayê re veke'
Ji siyasetmedarên Alman berteka Încîrlîkê: Provakosyaneke bizanebûn e
Etîketan:
NATO, Serlêdana heyeta Almanya bo Baregeha Încîrlîkê, Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê, Martin Schaefer, Tirkiye, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de