18:13 17 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Barak Obama

    Pûtîn û Obama li Çînê mijara Sûriyeyê axivîn

    © Sputnik/ Alexei Druzhinin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Barak Obama li Çînê di Zîrweya G20ê de nêzî 40 deqîqeyî hevdîtinek pêk anîn.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov derheqê hevdîtina Pûtîn û Obama de diyar kir ku hevdîtina herdu serokan ji plansaziyê dirêjtir domand. Beriya her tiştî mijara Ûkrayna û Sûriyeyê axivîn, piştî wê hevdîtinê Pûtîn û Obama civîneke dualî jî li dar xistin.

    Dmitriy Peskov di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku hevdîtina herdu serokan gelekî bi erênî derbas bû û ev xebat dê berdewam bin.

    Serokê Rûsyayê Pûtîn û Obama herî dawî di Mijdara 2015an de li paytextê Fransayê li Parîsê di Zîrweya Keşûhewayê de hatibûn cem hev.

    Di vê navberê de hevdîtina Pûtîn û Obama li Çînê rastî dewrekê ku Rûsya û Amerîka dixwazim öalekiyên xwe yên leşkerî li Sûriyeyê kordîne bikin û li ser vê peymanekê çêbikin hat. Ji bo vê beriya hevdîtina herdu serokan Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê john Kerry civînek li dar xistin.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Pûtîn û Obama li Çînê dê derbarê Sûriyê de kom bibin
    Barak Obama: ‘Sûriye, di navbera min û Pûtîn de ne cihê pêşbirkê ye'
    Pûtîn û Obama li ser Sûriye û Ûkraynayê axivîn
    Kremlîn: Tu kes hêviyeke mezin ji hevdîtina Pûtîn û Obama neke
    Amerîka: 'Hevdîtina Pûtîn û Obama erênî derbas bû'
    Etîketan:
    Hevdîtina Pûtîn û Obama, Zîrweya G20ê, Barak Obama, Vladimîr Pûtîn, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de