06:43 19 Sibat 2018
Zindî
    Frank-Walter Steinmeier

    Divê ihtimala çareserkirina kêşya Sûriyeyê nexetime

    © AP Photo/ Petros Giannakouris
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank Walter-Steinmeierî teqez kir ku mafê Tirkiyeyê heye, sînorên xwe biparêzin û hişyarî da ku operasyoneke demdirêj li Sûriyeyê ne pêkan e.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya DWê, Steinmeir li Bratislavaya paytexta Slovakyayê di civîna wezîrên derve yên YEyê de axivî û got: "Em hemû dizanin ku Tirkiye vê dawiyê roleke çalak a leşkerî li Sûriyeyê dilîze lê em divê em gişt li wê bigerin ku şer hertim li nava axa Sûriyeyê tine be."

    Herwiha wezîrî bal kişand ser wê yekê jî ku operasyona Tirkiyeyê li Sûriyeyê, dê peydakirina çareseriyeke siyasî li Cenevreyê zehmet bike û got: "Ji bo ku çareseriyek ji kêşeya Sûriyeyê re were peydakirin, divê rewşa wî welatî bêtir neyê xetiamdnin ta ku em bikarin ji nav derkevin".

    Ji aliyekî din ve, Steinmeirî li ser rewşa Tirkiyeyê piştî hewldana derbeyê wiha axivî: "Helbet em ê fikirên xwe bibêjin bê Tirkiye piştî hewldana derbeya leşkerî tevgeriya û çawa hesab ji berpirsyarên rast û yên xwedêgiravî berpirsyar pirsî. Helbet gava em wan bibêjin, em ê bi bîr bînin ku divê hêmanên dewleta hiqûqê neyê jibîrkirin."

    Mijar:
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

    Bi heman mijarî:

    Merkel: "Di navbera Almanya û Tirkiyeyê de girêdayîneke taybet heye"
    Almanya:Ji bo serbestiya vîzeyê riyeke pir dirêj li ber Tirkiyeyê heye
    Almanya: Hejmara serlêdanên îlticayê yên ji Tirkiyeyê zêde bûn
    Almanya ji bo Tirkiyeyê hişyarî da: hay ji xwe hebin
    Almanya: Incirlika Tirkiyeyê ne kêşeyeke lezgîn e
    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê: ‘Emê bi Almanya re têkiliyên xwe xurttir bikin'
    Etîketan:
    Frank-Walter Steinmeier, sÛRİYE, Bratislava, Slovakya, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de