02:09 26 Sibat 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn, Serj Sarkîsyan û İlhan Aliyev

    Sarkîsyan: ‘Krîza Qerebaxe bi riyên leşkerî nayê çareserkirin'

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Ermenîstanê Serj Sarkîsyan ragihand ku krîza Qerabaxê bi riyên leşkerî nayê çareserkirin.

    Navenda Nûçeyan — Sarkîsyan got: ‘Di encamê şer û pevçûnên di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê ya meha Nîsanê da nîşanê me ku krîza Qerebaxê bi riyên leşkerî nayên çaresekirin. Ji bo çareseriya krîzê tenê riya siyasî li beriya me ye.'

    Krîza Qerebaxe ya di navbera Azerbeycanê û Ermenîstanê di 2ê Nîsanê de dest pê kiribû. Di 5ê Nîsanê de jî di navbera her du welatan de peymana agirbestê hatibû morkirin, lê heta îro gelek car agirbest hatiye îxlalkirin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Serokê Dewleta Ermenîstanê Serj Sarkîsyan û Serokmarê Azarbeycanê Îlham Aliyev ji bo agirbesta li herêmê di 20ê Hezîranê de li Saint Petersburgê hatibûn cem hev û ji bo krîza Qerebaxê bê çareserkirin li hev kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Azerbeycan: Agirbesta li Qerebaxê hat binpêkirin
    Azerbeycan: Hevdîtin erênî û avaker bû
    Tirkiye, Azerbeycan û Gurcistan wê tetbîqateke leşkerî lidarbixin
    Zaxarova:'Dibe hefteya pêşiya Ermenîstan û Azerbeycan li Viyanayê bicivin'
    Etîketan:
    agirbest, peyman, siyasî, leşkerî, , çareserî, krîz, Serokatiya Dewleta Ermenîstanê, Serj Sarkîsyan, Ermenîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de