14:05 22 Hezîran 2018
li Hîndîstanê çandina daran

Li Hîndîstanê 49 milyon û 300 hezar dar hatin çandin

© Foto
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li Hîndîstanê bi sed hezaran kesên dildar di nava 24 saetan de 49 milyon 300 hezar dar çandin û rekora Guinnesê şikandin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyan li eyaleta herî qerebalix û herî tûrîstîk a bi navê Uttar Pradeş rekora Guinnesê hat şikandin. Li eyaletê ji endamên saziyên sivîlan heta parêzer, mamoste, rayederan hikumet, bermalî û xwendekaran gelek kes hatin cem hevdu bi çandina 49 milyon 300 hezar darî ketin Pirtûka Rekoran a Guinnessê.

Hat diyar kirin ku Hikumeta Hîndîstanê ji bo ku soza xwe ye sala borî li Lûtkeya Avhewa ya Parîsê da, bi cih bîne û daristanên li welêt zêde bike, li 29 eyaletên xwe teşwîqa çandin a daran dike. Hikumet ji bo van xebatan bûdçeyeke bi qasî 6 milyar û 200 milyon dolar veqetandiye û tê xwestin ku heta sala 2030yî 235 milyon hektar daristan biçîne.

Di vî warî de rekora herî dawiyê di deste Pakîstanê bû. Pakîstan di sala 2013a de bi çandina 847 hezar û 275 darî rekor şikandibû.

Bi heman mijarî:

Rûsya û Hîndîstan wê helîkopteran bifroşin bazarên cihanê
Li Çiyayê Cûdiyê şewat: Bi hezaran donim daristan şewitîn
Daristan cigera Kurdistanê ne û ji bo kêfa kê dişwetin?
Li Nîjeryayê lehî rabû: 12 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Çînê lehî: Herî kêm 180 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Hindîstanê bi hezaran kes beşdarî deweta du kûçikan bûn
Etîketan:
rekor, xwendekar, bermalî, parêzer, mamoste, daristan, çandinî, dar, Pirtûka Rekor a Guinnessê, Lûtkeya Avhewa ya Parîsê, Hikumeta Hîndîstanê, Pakîstan, Uttar Pradeş, Hîndîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de