20:17 18 Hezîran 2018
YPG

Daily Telegraph: Tirkiye wê şervanên Îngilîz ên YPGê bike hedef

© Foto : FB
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Rpojnameya Daily Telegraph diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê welatiyên Îngilîstanê yên ku beşdarê YPGê dibin, wek ‘terorîst' bi nav dike û da zanîn ku ger ku di dema şer de artêşa Tirk û şervanên Îngilîz ên YPGê rûbirû bimîne, artêşa Tirk wê li wan şervanên Îngilîz ‘miameleya terorîstê' bike.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku di derbarê şervanên Îngilîstanê yên YPGê de Enqere diyar dike ku ger werin kuştin, berpirsyariya vê yekê li ser milê Îngilîstanê ye. Yunus Akbaba yê Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim got "Ev (YPG) rêxistineke teror e. Hemû kesên k udi bin ala wan de şer bikin jî wê wek terorîst werin qebûl kirin." Tê gotin ku ev daxuyaniyên Enqereyê dide nîşan ku leşkerên Tirkiyeya endam a NATOyê dibe ku welatiyên Îngilîstanê yên din ava YPGê de bikin hedef.

Li aliyê din hat diyar kirin ku dawiya hefteyê di encama topbaran a Tirkiyeyê de dibe ku topên Tirkiyeyê nêzî sengerên şervanên Îngilîstanê yên YPGê ketibin. Li ser vê yekê berdevkekî YPGê ji bo Daily Telegraphê got "her çi qas yekîneyên wan li sengerê bûn jî rewşa hemûyan baş e."

Li gorî zanyariyan nêzîkê 100 welatiyên Amerîkayî, Kanadayî, Almanî, Fransî û Swêdî jî din ava şervanên YPGê cih digirin. Şervanekî YPGê yê biyanî yê navê Macer Gifford bi kar tîne, anî ziman ku divê Îngilîstan gefxwarinên Enqereyê cidî bibîne. Gifford ji bo Daily Telegraphê axivî û got "Piraniyên biyanî yên li vir şer dikin, leşkerên berê ne û an li Iraqê an jî li Efxanîstanê peuwirdar bûn. Yên din jî ji komên çepgiran hatine. Kes bi tu awayî nikare me wek terorîst bi nav bike."

KOBANÎ: EV NE PÊKAN E Û DÛRÊ AQILAN E

Herwiha di derbarê vê mijarê de Berpirsê PYDê yê Ewropayê Zûhat Kobanî ji bo Sputnikê axivî û diyar kir ku gelek şervanên welatên biyanî din ava YPGê cig digirin û got ev îdaiyên ku tê de tê gotin ku Tirkiye wê wan şervanên biyanî bike hedef jî tiştên dûrê aqil e. Kobanî anî ziman k udi derbarê peywendiyên Tirkiye û DAIŞê de 58 rûpel belge hene û îdia kir ku Tirkiyeyê bi qasî 30 milyon dolarî bazirganî bi DAIŞê re kir.

Kobanî derbirî ku ne pêkan e û dûrê aqil e ku Tirkiye şervanên biyanî yên YPGê jî wek ‘teror' qebûl bike û got "hemû cîhan jî Tirkiye jî dizanin ku YPG ne rêxistineke terorê ye. Tirkiye YPGê wek terorê dibîne. Baş e, gelo YPGê heta niha kîjan rojê li dijî Tirkiyeyê êrîşeke terorê pêk aniye?"

Kobanî herî dawiyê di derbarê hejmara şervanên YPGê yên biyanî de jî da zanîn ku ew hejmara wan şervanên biyanî yên YPGê nizane û got "tenê YPG dizane. Di nava YPGê de lîwayeke enternasyonel a şervanên biyanî heye. Ev tenê ji şervanên biyanî yê YPGê pêk hatiye."

Bi heman mijarî:

Cenazeyên 3 şervanên YPGê yên Amerîkayî gihîştin Herêma Kurdistanê
Cenazeyên 3 kesên din jî anîtin Amedê
Parlamenterê PEyê: Divê YPG li rojavayê Firatê bimîne
YPG: Em ê tola hevalên xwe hilînin
YPG: Artêşa tirk hevalên me yên ji bo alîkariya birîndarên sivîl çûn girt
YPG: Em li rojavayê Firatê şer nakin
Etîketan:
şervanên biyanî, hedef, Berpirsê PYDê yê Ewropayê, YPG, Macer Gifford, yunus Akbaba, Zûhat Kobanî, Îngilîstan, Kanada, Fransa, Tirkiye, Swêd, Amerîka, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de