15:31 22 Sibat 2018
Zindî
    Joe Biden

    Hevalên şervanên YPGê yên Amerîkayî ji bo YPGê Joe Biden protesto kirin

    © Sputnik/ Mikhail Fomichev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden dema ku ji bo namzeta serokatiya Amerîkayê Hillary Clinton di xebatên hilbijartinê de diaxivî ji bo YPGê hat protesto kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên The Guardianê Joe Biden dema ku ji bo xebatên hilbijartinê yên namzeta serokatiyê ya Partiya Demokrat Hillary Clinton diaxivî ji aliyê hevalên şervanên YPGê yên Amerîkayî ve hat protesto kirin. Kesên ku biden protesto kirin, di dema protestoyê ji Biden re gotin "hevalên me mirin, hevalên me yên Amerîkayî."

    Herwiha di wê demê de çalakvanekî ji Biden pirsî û got "we çima xwest ku YPG paşve vekişe?" Biden li ser vê pirsê got "ji ber ku peyman me ew bû ku em wan têxin nava Minbicê, paşê jî ew ê vegeriyana rojhilatê Firatê û me yê jî Hêzên Taybet ên Amerîkayê bişandana. Sedem ev e."

    Tê zanîn ku çend roj berê 3 şervanên YPGê yên Amerîkayî di operasyona Minbicê jiyana xwe ji dest dabûn û paşê ji bo ku bişînin Amerîkayê, cenazeyên wan her 3 şervanan ji bo Herêma Kurdistanê hatibûn şandin û ji Balfirxaneya Silêmaniyê ji bo Amerîkayê hatibûn bi rê kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Cenazeyên 3 şervanên YPGê yên Amerîkayî gihîştin Herêma Kurdistanê
    Cenazeyên 3 kesên din jî anîtin Amedê
    4 cenazeyên li Qoserê ji bo karên otopsiyê şandin Mêrdînê
    Qesra Spî derbarê serdana Joe Biden ya Tirkiyayê de daxuyanî da
    Joe Biden: Divê Iraq bibe sê parçe
    Etîketan:
    protesto kirin, heval, şervanên ypgê, Balafirxaneya Silêmaniyê, Rojnameya The Guardinê, Partiya Demokrat, Cîgirê Serokê Amerîkayê, YPG, Joe Biden, Hillary Clinton, Silêmanî, Minbic, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de