14:24 19 Sibat 2018
Zindî
    Balafir

    Amerîka, balafirên şer difiroşe Qetar û Kuweytê

    © Wikipedia/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku Amerîka wê bi buhayê 7 milyar dolarî balafirên şer bifiroşe dewleta Qetar û Kuweytê.

    Navenda Nûçeyan - Ev bi salane nîqaşên firotina balafirên şer ji bo Qetar û Kuweytê didomin. Li gorî ajansa Reutersê, Boeingê biryara firotina balafirên şer ji bo Qetar û Kuweytê da. Ji 4 çavkaniyên cuda firotina balafirên şer hat serastkirin û hikumeta Amerîka jî dê vê firotinê erê bike.

    Keştiya Amerîka
    © Flickr/ © Flickr/ Official U.S. Navy Page
    Îsraîl li dijî firotinê derdiket

    Ji ber ku têkiliyên dewleta Qetarê bi rêxistinên tund ên cihadîst re heye Îsraîl li dijî firotina balafirên şer derdiket û digot dibe ev balafirên şer li hemberî me werin bikaranîn. Ji ber ku Îsraîl li hemberî firotinê derdiket pêvajoya firotina balafiran pir dirêj bû. Ji aliyê din ve şirketên çekan jî li hemberî vê pêvajoya dirêjkirinê derdiketin ji bo ku dibe zirarê bide peymanên wan yên çekî.

    Boeingê di daxuyaniya xwe de ragihand ku em hêvî dikin pêvajoya firotinê demek berî demekê biqede, lê heta niha Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê mijarê de tu daxuyani nedaye.

    Dewleta Qetar û Kuweytê jî di nava tifaqa dijî DAIŞê ku sala borî ji terefê Erebîstana Siûdî ve hatibû ragihandin cih girtibûn.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Gelek tişt hene ku em ji Rûsyayê fêr bibin
    Amerîka: Minbic berî DAIŞê ya kê bû, piştî wê jî dê ya wan be
    Amerîka ji bo tevgera kendavê Îranê hişyar kir
    Amerîka: Nakokiyên li ser mirina Ednanî dê bandorê li gotûbêjên Sûriyeyê nekin
    Amerîka: Me rayedarekî payebilind ê DAIŞê kir armanc
    Etîketan:
    Wezareta derve ya Amerîkayê, Firotina balafirên şer, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de