21:50 22 Sibat 2018
Zindî
    İsrail tatbikat

    Israîlê cara pêşîn bi Pakistan û Mîrnişînên Erebî re tatbiqata hevbeş çêkir

    © AP Photo/ Ariel Schalit
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 12

    Hêzên hewayî yên Israîl, DYA, Mîrnişînên Erebî, Pakistan û Spanyayê li DYAyê tatbîqata hevbeş ya leşkerî çêkirin. Di tatbîqatê cara pêşîn e Israîl û Pakistan û Mîrnişînên Erebî hatin ba hev ku ji ber pirsgirêka Filistînê di navbera wan de têkiliyên dîplomatîk tunebû.

    Navenda Nûçeyan — Bi mazûbaniya artêşa DYAyê, hêzên hewayî yên DYA, Mîrnişînên Erebî, Pakistan û Spanyayê û Israîlê tatbîqateke hevbeş çêkirin.

    Li gorî zanyariyên ku nûçegîhanê Ajansa Anadoluyê (AA) ji rayedarekî artêşa Israîlê standiye, tatbîqat di navbera 15 û 26ê Tebaxê de li çola Newada ya DYAyê bi navê ‘Ala Sor' ve hatiye çêkirin û 10 balafirên şer ên F16-I yên Hêzên Hewayî ya Israîlê beşdar bûne.

    Jetên Israîlê di dema tatbîqatê de bi balafirên şer ên DYA, Pakistan, Mîrnişînan û Spanyayê re firînên hevbeş kirin. Piştî tatbîqatê balafirên Israîlê vegeriyan welatên xwe.

    Rayedarê artêşê bersiv neda wê pirse ku dihate gotin, ‘ti wateyeke diplomatîk' a beşdarbûna Israîlê bi Mirnişînan û Pakistanê re heye an na? Rayedar wiha gotiye ku ‘armanca tatbîqatê zêdekirina qabiliyeta artêşa ne'. Ji ber pirsgirêka Filistînê têkiliya dîplomatîk di navbera Israîl û Mîrnişînên Erebî û Pakistanê de tune ye.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Derayayî yên Rûs li Behra Spî tetbîqat lidarxistin
    Rûsya, li bakûrê Qafqasyayê 180 tetbîqat saz kir
    Ji Rûsyayê tetbîqata bi S-300 û S-400î
    Li Behra Reş tetbîqata NATOyê
    Ji Wezareta Derve ya Rûsyayê hişyariya tetbîqata NATOyê
    Etîketan:
    tatbîqat, pirsgirêka Filistînê, Têkiliyên dîplomatîk, Ajansa Anadoluyê (AA), Çola Newadayê, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Israîl, Spanya, Pakistan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de