22:09 20 Hezîran 2018
Pakîstan

Li Pakîstanê êrişa xwekujî: 12 kuştî û 41 birîndar

© Foto : BANARAS KHAN
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Li herêma Hayber-Pahtunhva ya Pakîstanê li dijî dadgehekê êrişa xwekujî pêk hat, di encama êrişê de herî kêm 12 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan — Li herêma Hayber-Pahtunhva ya Pakîstanê li dijî dadgehekê êrişa xwekujî pêk hat, di encama êrişê de herî kêm 12 kes hatin kuştin û 41 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest ku ji herêmê hat bidestxistin, kesê ku hate devê avahiya dadgehê pêşî bombeya destan avêt û paşî jî bombeya ser xwe teqand.

Êrişa xwekujî rêxistina Cemaat-ul Ahrar ku bi Talîbanê ve girêdayîye girte ser xwe. Ji aliyê din ve êrişa xwekujî ya dadgehê piştî teqîneke terorî ya li taxa xrîstiyan a herêma Peşaverê bibû pêk hat.

Li gorî berpirsên pakîstanî di wê êrişa terorî ya Peşaverê de 4 sivilan jiyana xwe ji dest da û êrişkar jî hatiye kuştin.

Bi heman mijarî:

Li Pakîstan û Efganîstanê bi şîdeta 7,7 erdhêj: 180 mirî û nezî 360 kes jî birîndar in
Pakîstan li hember CIA doz vedike
Li pakîstanê operasyon: 40 kuştî û 21 jî birîndar
Berpirsê DAIŞê yê Efxanîstan û Pakîstanê hat kuştin
DAIŞê êrîşa li Pakîstanê girt ser xwe
Etîketan:
Li Pakîstanê êrişa xwekujî, Rêxistina Talîbanê, Cemaat-ul Ahrar, Pakîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de