02:19 18 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Rûsyayê

    Amerîka: Gelek tişt hene ku em ji Rûsyayê fêr bibin

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Defanse One ragihand ku berpirsyarên leşkerî yên Amerîkayê gotiye ku gelek tişt hene ji Rûsyayê hîn bibin û bal kişandiye operasyona Rûsyayê li Sûriyeyê.

    Navenda Nûçeyan — Defense One teqez kir ku çalakiya bilind a Artêşa Rûsyayê di dem û mercên şerê rast de, hişt berpirsyarên leşkerî yên Amerîkayê bi awayekî cidî li ser meseleyê bifikirin.

    Herwiha li gorî rojnameyê, Wezîrê Artêşa Amerîkayê Eric Faningî teqez kiriye ku divê ew bêtir li ser amûrên şerê teknoljîk û û elektronîk ên ku Rûsya bi kar tîne û divê hewl bidin ku heman amûran ji Artêşa Amerîkayê re jî dabîn bikin. Faningî wiha dewam kir: "Çadêrkirina tevgerên Rûsyayê, bi taybetî li Sûriyeyê… diyar kir ku rûs fersend û derfetên cûr bi cûr li qada şerî bi kar tînin ku ji êrîşên elektironîk, bikaranîna pergalên hewayî yên bê pîlot û şiyanên pêşketî yên pêkanîna şerê elektronîk".

    Ji aliyekî din ve, General Walter Bite dibêje ku êdî gelekî zehmet e ku Amerîka artêşa xwe di rewşa niha de bihêle, ji ber "dijberên" me hêzên xwe yên leşkerî bi awayekî legîn nû dikin û tenê rêyeke xelasiyê heye, ew jî pêşxsitina teknolojiya nû û ya heyî.
    Balyozê berê yê Amerîkayê li Ûkraynayê Steven Piverî diyar kir ku ew jî hema hema wek wan difikire û got: "Bi rastî jî gelek tişt hene ku em ji Rûsyayê hîn bibin".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Hejmara herêmên tev li agirbestê bûne, gihişt 534
    Dadgeha Federal a Swisrayê serdana Rûsya ya temyîzê red kir
    Rûsya: "Qedexeya şagirtên rûsî ya çûna Tirkiyeyê rabû"
    Rûsya: Herêmên ku beşdarî agirbestê bûne gihîşt 530î
    Rûsya: Kaosyeke bikontrol gefê li Balkanê dixwe
    Kalin: Me Rûsya û DYA agahdar kir
    Etîketan:
    Defense One, Artêşa Amerîkayê, Artêşa Rûsyayê, Walter Bite, Eric Faning, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de