11:22 22 Sibat 2018
Zindî
    Alaya Kosovayê

    Biryara Kosovayê ya sînorê Montenegroyê tê çi wateyê?

    © Sputnik/ Ilya Pitalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Birêveberê Istixbarata Leşkerî yê berê yê sirb û Generalê malnişîn Momir Stojanovîçî got ku biryara ku parlementoya Kosovayê plan dike ji bo sînorên Montenegroyê îmze bike, dê encamên xerab ji bo gelkê Montenegroyê bi xwe re bîne.

    Navenda Nûçeyan — Îro peymana ku parlementoya Kosovayê plan dike ji bo jinûvesazkirina sînorên Montenegroyê îmze bike, li Albanyayê hat protestokirin. Gelek kes li Tîrana paytextê Albanyayê civiyan ji ber dibêjin ku bi pesenkirina peymana bi kîlometreyan erda Albanyayê ji dest biçe.

    Yekîtiya Ewropayê fişarê dike ku peyman bê qebûlkirin, ew ê derbasbûna bê vîzeyê bi Kosovayê re bê rakirin. Komên tundrew ên Almanyayê tehdîd dikin ku ew ê şer derxînin. Birêveberê Istixbarata Leşkerî yê berê yê sirb û Generalê malnişîn Momir Stojanovîçî li ser mijarê bi Spûtnikê re axivî û wiha got:

    "Ez wiha difikirin ku her tiştê ji bo mijara sînorê Kosova û Monetengroyê tê kirin, rê li ber dijwarkirina kêşeya Albanyayê li Montengroyê vedike. Tiştê diqewime, dihêle ku dewleteke mezin a Albanyayê li Balkanê çêbibe. Li gorî vê, dê encamên xerab ji bo gelê Montenegroyê bidin. Him Sînorê Albanya û Montenegroyê him sînorê Montengro û Kosovayê ji bo kesên ku berê qaçaxî dikir û ji bo tundrewên ku dewleta Albanyayê ya mezin dixwazin gelekî guncav e û her kes vî tiştî dizane."

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Li Kosovayê 5 navendên perwerdehiyê yên DAIŞê hene ku zarok jî lê têne perwerdekirin'
    Ewropayê ji bo Ûkrayna, Gurcîstan û Kosovayê muafiyeta vîzeyê anî
    Rûsya: Qebûlkirina Kosovayê di Dadgeha Tehkîmê de ne qanûnî ye
    Li Parlamentoya Kosovayê gaza rondikrêj hate avêtin
    Ajansên ragihandinê Montenegro wek endamê NATOyê yê bê binavkirin
    Etîketan:
    rewşa balkanê, kêşeyên ewropayê, Alaya Kosovayê, Balkan, Albanya, Montenegro, Kosova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de